‘Divê jin li hemberî hemleyên girtinê serî hildin’

Dayikên ji kantona Qamişloyê hemleya berfireh a girtina parlamaneteran li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji welatan e ku herî zêde tundiyê bi kar tînin.

‘Divê jin li hemberî hemleyên girtinê serî hildin’
16 cotmeh, 2020   06:23
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN

Dewleta Tirk siyaseta înkarkirinê li dijî siyasetmedar û parlameneterên Kurd dimeşîne. Hemleya qirkirina siyasî û destgîrkirinê yên li dijî siyasetmedaran li pêş çavên cîhanê, dewam dikin.

Dewleta Tirk di çarçoveya hemleyên qirkirina siyasî de, li dijî endamên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) û malên dayikên aştiyê li Şirnax, Riha û Amedê hemleyên serdegirtinê didomîne û siyaseta çewisandinê û cezakirina komî li dijî muxalîfên xwe dimeşîne. Di van hemleyan de bi hezaran kes hatin destgîrkirin.

Dayikên şehîdan ên ji Qamişloyê ji ANHA`yê re siyasetên dewleta Tirk û hemleyên destgîrkirinê red kirin.

Gulnaz Mihemed a ji navçeya Amûdê, sûcên dewleta Tirk şermezar kir û da zanîn ku dewleta Tirk ji dewletên herî zêde ye ku tundiyê û zulmê li dijî gelan û jinan bi taybetî pêk tîne û çalakiyên dayikên aştiyê, siyasetmedaran û parlamenteran asteng dike.

Gulnaz diyar kir ku dewleta Tirk ji çalakiyên dayikan ditirse, ji lewra li dijî siyasetmedar, parlamanter û rojnamevanan siayseta çewisandinê dimeşîne,  da ku rastiya wê ya veşartî ji raya giştî re eşkere nekin. Gulnaz got: “Em jinên Rojava piştgiriya dayikên xwe yên li Tirkiyê dikin. Em berxwedan, hêz û çalakiyên wan silav dikin.”

‘DIVÊ JIN LI HEMBERÎ SIYASETA DEWLETA TIRK SERÎ HILDIN’

Dayika Fatima Mistefa jî diyar kir ku ew ji ber zilm û tundiya ku dewleta Tirk li zindanan pêk tîne, şaş maye û got: “Tevî ku dizanin çi diqewime, her kes bêdeng e. Heta niha tu rêxistin an komleyeke têkildarî mafên mirovan tu helwest nîşan nedane.”

Fatima destnîşan kir ku ew her roja Çarşemê bi lidarxistina çalakiyan piştgiriya ciwanên xwe yên hêzên parastina rewa dikin û siyasetên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd red dikin.

Emşe Heyder a ji navçeya Amûdê jî sûcên dewleta Tirk ên li dijî çalakvan û hiqûqnasan şermezar kir û bang li jinan kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li her çar parçeyên Kurdistanê serî hildin.

Emşe her wiha berxwedana zindanan, berxwedana dayikên aştiyê û rêber Abdullah Ocalan silav kir û bang li kurdistaniyan û dostên wan kir ku asta têkoşînê û çalakiyan li dijî siyaseta dewleta Tirk bilind bikin.

Dayikên Çarşemê; komeke dayikên gerîlayên HPG`ê û dayikên şehîdan ên herêma Cizîrê ne ku li dijî siyaseta dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd çalakiyan li dar dixin.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_IigHkx2-yo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>