​​​​​​​Erdên ji bo parkê, bûn sûka gel û şaredarî soza çareseriyê da

Li ser erda ku divêyabû biba parka giştî sûk hat avakirin. Şaredariyê diyar kir ku li ser dabînkirina erdekî din ê altarnatîf dixebite. Da ku sûkê bi piştevaniya xwediyên bestan veguhêzin wir.

​​​​​​​Erdên ji bo parkê, bûn sûka gel û şaredarî soza çareseriyê da
13 cotmeh, 2020   05:26
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Bajarê Hesekê bi sûkên gel yên zêde navdar e. Tevahî şênî diçin wan sûkan ji ber ku li wan sûkan pêdiviyên rojnane yên malbatê hemû hene. Li gel wê jî bi hevrûkirina bi dikanên bazirganiyê yên li tax û sûkên dîtir re kel û pelên wê erzan in.

Li taxa Salihiyê ya Hesekê sûka gel bi navê sûka Xezel tê nasîn ji zêdetirî 12 salan ve heye, ev nav jî ji ber ku ew sûk li ser rêya kargeha Xezelê bû, hat binavkirin.

Rûbera sûkê 800 meterekab e, tê de nêzî 42 beste hene, dibe meqseda tevahî şêniyên bajêr, ji ber nêzbûna wê ji malan ve.

Mîna sûkên din, kêmasiyên vê sûkê jî hene, ew jî li ber tavê hatiye avakirin û bêyî çavdêrî û baldariyê ye.

Ajansa me (ANHA) li nava sûkê gerî û bi hejmarek ji şêniyê berê xwe didin sûkê re hevpeyvîn çêkir.

Hediye Fadil ji şêniya taxa Salihiyê ye wiha got: "Em her tim tên sûka Xezel. Ji ber biha li vir ji dikanên dîtir erzantir in û nêzî mala min e."

Mihemed Meter ji taxa Ezîziyê ye da zanîn ku gelek şênî berê xwe didin sûkê û wiha axivî: "Sedema ku gelek şênî berê xwe didin sûka Xezel ew e ku cih û erzanbûna bihayên wê ye. Sûk ji tevahî gundên bajêr re nêz e."

Xwediyekî beste Feyad Hesanî jî wiha destnîşan kir: "Azarên me di zivistanê de bi sedema barîna baranê bi ser me de zêde dibin. Sûk ne amade ye. Tu banî tune ne ku me ji baran û germahiya havînê biparêze."

Hesanî wiha berdewam kir: "Xwesteka me amadekirina sûkê, banî bê lêkirin. Ji bo wê jî dê bi şaredariyê re li ser lêçûnê beşdar bin. Ji ber tevahî firoşkarên li vir pêdiviyên xwe bi kar hene."

Erda ku li ser sûk hatiye vekirin, li gorî plangeriya li gel şaredariya gel ji bo avakirina parkê ye. Diviyabû ew park şaredariya gel a Hesekê ava bikira. Lê belê rewşa heyî nebû alîkar.

Hevserokê Beşa Jînegeh û Parkan a Şaredariya Gel a Hesekê Terad Îbrahîm wiha got: "Sûka Xezel sûka gel e. Erda ku sûk li ser hatiye avakirin ji bo çêkirina parkekê ji taxê re bû. Lê belê bi sedema rewşên ku welat tê re derbas bûye, me ji bo şêniyan sûka gel çêkir."

Îbrahîm wiha axivî: "Dê şaredarî di demeke nêz de parçeyek erdekî din ji bo avakirina parka li taxê amade bike. Dê erdekî li derveyî bajêr ji xwediyên bastên li sûka Xezel re diyar bike."

Îbrahîm îşaret pê kir ku ew niha li ser dabînkirina erdekî ji sûkê re dixebitin. Dê ji tevahî aliyan de ji xwediyên bastan re amade bikin. Ji wê zêdetir jî dê kanalîzasyon, kehrebe û nobetdarên sûkê jî amade bikin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wJH6vosnhG4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>