​​​​​​​Li Kobanê klubên werzîşê tên avakirin

Tîmên werzîşê yên taxên Kobanê tên damezirandin û klubên sporê yên di her kategoriyekê de tên avakirin.

​​​​​​​Li Kobanê klubên werzîşê tên avakirin
13 cotmeh, 2020   08:55
KOBANÊ-ZANA SEYDÎ

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê ragihand ku mekanîzmaya avakirina hejmarek ji kluban li Kobanê daniye, ew jî mîna ya avakirina li kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê ye.

Tu klubeke fermî li kantonê di hevrikiyên asta yekemîn û duyemîn heta ya sêyemîn ji turnuvaya Sûriyê de nelîst.

Hevserokê Yekitiya Werzîşê ya kantona Kobanê Mihemed Ebdî got dê klub rola xwe di birêxistinkirina lîstokên werzîşê yên komî û ferdî ji tevahî çînan re bilîze û dê ji jinan re rola mîna ya mêran di pêşdeçûna asta werzîşê ya li kantonê de hebe.

Desteya Ciwan û Werzîşê di demeke berê de mercên ragihandina klubên werzîşê diyar kiribûn; divê di klubê de tîma futbolê ya jinan li gel tîma mêran bi tevahî çîninên wê; mêr, ciwan û ciwanên nû digihînin, tîma goga destan, tîma goga zembîlê, tîma goga maseyê, lîstokên hêza bedenî û kişik hebin.

Hejmara tîmên ku hewl didin klubên fermî li kantona Kobanê ava bikin 6 in; Firat, Karker, Roşîn, Berxwedan, Wehde û Nisrîn. Li gorî Ebdî wan tîman nêzî ji sedî 70 ji projeya avakirina kluban pêk aniye.

Li beramber tevahî tîman astengiyên serkeftina projeyê hene. Li gel wê jî pêdiviya tîman bi piştevan û piştgiran heye da ku behreyên ciwanan, geşkirin û xurtkirina wan bihewînin. Li aliyekî din jî pêdîviya wan tîman bi rahênerên ji bo lîstokên werzîşê yên cihêreng di klubê de heye.

/kr/uploads/files/2020/10/13/085619_resad-heqi.webp

Berpirsê tîma Nisrîn Reşad Heqî destnîşan kir ku pêdiviya wan di vê demê de bi piştevaniya madî heye, ji ber lîstokvan û rêveber di vî warî de gelek astengiyên mezin dikişînin, hin caran jî neçar dimînin ku pereyan ji lîstokvanan kom bikin, da ku navê tîma wan bimîne.

Tîma Nisrîn di 1989’an de hat avakirin, beriya çend hefteyan di turnuvaya futbolê ya li kantona Kobanê pileya yekemîn wergirt.

/kr/uploads/files/2020/10/13/085602_mihemed-ebdi.webp

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê Mihemed Ebdî da zanîn ku pêdiviya kluban bi piştevanî û piştgiriya madî mîna tevahî klubên li cîhanê heye. Her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê soz da ku piştevaniyê di rojên pêş de bike.

(fr)

ANHA