Parêzerên Ocalan ji bo çûna Îmraliyê dîsa serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan ji bo çûna Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
13 cotmeh, 2020   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêzan Sarica, Raziye Tûrgût, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ên ku parêzerên Ocalan in ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Hakimtiya Înfazê ya Bûrsayê ya 2’emîn di 23’ê Îlonê de li Ocalan û 3 girtiyên li ba wî cezayê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran a 6 mehan birîbû .Nexşerêya parêznameya ku Ocalan di sala 2009’an de şandibû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, sedemê vî cezayî hatibû nîşandan.