Rojnameyên Erebî: Îran rûyê herêmên Sûriyê diguherîne û sedemên herêmî çareseriya Lîbyayê asteng dikin

Rojnameyên îro yên erebî bal kişand ser hewldanên nû yên Îranê yên guherandina navên deverên Sûriyê, rûdanên li Iraqê yên têkildarî balyozxaneya Amerîkayê, rûdanên li Lîbyayê û xebatên avakirina hikumetê li Lubnanê.

Rojnameyên Erebî: Îran rûyê herêmên Sûriyê diguherîne û sedemên herêmî çareseriya Lîbyayê asteng dikin
12 cotmeh, 2020   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÎRAN JÎ RÛYÊ HERÊMÊN SÛRIYÊ DIGUHERÎNE’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Milîsên Îranê yên li bajarê Meyadîn ê Dêrazorê ê rojhilatê Sûriyê, navê hin kolanên kevn ên naskirî guhertin û navên hin simbolên Îranê li wan kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê li ser zimanê hin çavkaniyên agahdar got: “Milîsên Îranê, kolana `Enes bin Malîk’ guhert û armeyeke bi navê ‘Kolana Xumeynî` lê daliqand. Her wiha navê kolana ‘El-Ceyş’ guhert û kire kolana `Îmam El-Ebas`, dîsa navê kolana ‘Ebû Xirûb’ guhert û kir ‘Şehîd Qasim Suleymanî’ û navê kolana ‘Saqiyet El-Rey’ guherand û kir ‘Kolana Fatimiyûn’.”

‘NÛÇEYÊN NEZELAL TÊKILDARÎ LIHEVKIRINA BEXDA Û HÊZÊN GIRÊDAYÎ ÎRANÊ DER BARÊ BALYOZXANEYA AMERÎKAYÊ DE’

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Hikumeta Iraqê diyar kir ku tu diyalog di navbera wan û milîsên Îranê de çênebûne, her wiha tu agirbest pêk nehatiye ku êdî bi moşekan êrişî balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê nekin.

Daxuyaniya hikumeta Irqê piştî wê yekê hat ku milîsên Hizbullaha Iraqê ragihand ku lihavhatin çêbûye bi milîsên Îranê re da ku êrişên bi moşekan li dijî hêzên Amerîkayê pêk neyên, mercên lihevhatinê jî ew e ku hikumeta Iraqê ji bo vekişîna hêzên Amerîkayê demekê nîşan bide.”

‘EGERÊN HERÊMÎ ÇARESERIYA LÎBYAYÊ ASTENG DIKIN’

Der barê geşedanên li Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: “Çavkaniyên agahdar li paytexta Lîbyayê diyar kir ku îstifaya serokê meclisa serokatî ya hikumeta Wîfaq Fayiz El-Serac dê pir dereng bimîne, ji ber ku biryara avakirina mecliseke nû û hikumeteke nû pir dereng maye. Her wiha diyar kir ku ew armancên berê civînên Tûnisê, hatine guhertin, li şûna ku biryarên siyasî yên ferz bin, dê bibin pêşniyarên civakî yên giştî.”

‘HERÎRÎ DÊ ÎRO JI BO AVAKIRINA HIKUMETÊ DEST BI ŞÊWIRAN BIKE’

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Nehar nivîsî: “Îro dê pêvajoya avakirina hikumeta Lubnanê û helwestên aliyan diyar bibe ku diyar e dê pêvjoyeke ne hêsan be, dê vê tiştê ji her du serokan Mîşêl Ewn û Nebîh Berî jî bibihîze, ji ber ku têbiniyên her duyan jî hene li berendamiya wî zilamî, ji ber ku ev berendamî di encama hin rewşan de pêk hatiye, dê derfet bide ku ew karibe berî şêwira parlemanê jî hikumetê ragihîne.

Heta niha ne diyar e ka Herîrî dê bi çi awayî şêwirên xwe bi yên din re pêk bîne, hêzên mîna `El-Teyar El-Wetenî El-Hur`, pêşverû û sosyalîstan, ‘El-Qiwat El-Lubnaniye`, şepêla `El-Merede`, `Taşnaq`, `Demokrat` û parlamenterên sunnî.”