ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12- 10-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12- 10-2020`AN
11 cotmeh, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Ciwanên Reqayê li dijî madeyên hişbirê pêngaveke organize dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Minbicê bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta Hevrîn Xelef, parkekê bi navê wê vedike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Ehdasê ya Şehbayê konê sersaxiyê yê şehîd Mihemed Emîr Reşîd (Seyid Rîza) yên ku girtîgeha Albestan a Tirkiyê de şehîd bû û Nîdal Haşim (Xebat) yê ku 22'ê Hezîrana 1999'an li Şêladizê şehîd bibû, konê sersaxiyê tê vedan, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamekî fermandariya leşkerî got, şaneyên veşartî yên girêdayî Îran û hikumeta Şamê li rojhilatê gundewarên Dêrazorê aktîf dibin, saziyên sivîl û kesayetên ji eşîran hedef digirin.  Rûspiyeykî eşîra Şiêtat bang li QSD’ê kir bi ser şaneyan de bigirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bal kişandin ser neqebulkirina hikumeta Şamê danûstandinên bi Rêveberiya Xweser re û gotin: "Sedem ew e ku hikumet nikare ji hişmendiya xwe ya desthilatdar xilas bibe û Îran û Rûsyayê xwedî biryar in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinek ku ji girtîgehên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bike hovîtiya di girtîgehan de têne kirine vedibêje û destnîşan kir, li kolanên Efrînê rojane bûyerên revandin û destdirêjî têne kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Minbicê û Eyn Îsayê banga yekitiyê û dûrketina ji hewldanên fitneyê yên ku dewleta Tirk a dagirker derdixe kirin, her wiha banga rabûna li hemberî komployên rejîma Tirk ên li ser herêmê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kirin ku armanca belavkirina îdiayan, derxistina tevliheviyê ye û derbekirina ewlehiya herêmê ye da ku wê ji niştecihên wê yên resen vala bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sîham Dawûd banga darizandin sûcdarên ku Hevrîn Xelef suîqast kirine, kir. Sîham Dawûd piştrst kir ku partî hewl dide ku dosyaya Hevrîn Xelef rake dadgehên navneteweyî û dadgeha mafên mirovan a ewropayê û diyar kir ku hedefgirtina jinên siyasetmedar dûrxistina jinan ji xebata siyasî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- "Ez dikarim bikim û dê bikim jî" Bi van gotinan Hevrîn Xelef ji 11 saliya xwe ve dest bi têkoşînê kir. Hedefa xwe bi gotin û pratîkî pêk anî û bû pêşenga jinên azad û çêkera çareseriyê ji bo aloziya Sûriyê. Şehadeta wê cîhan tev hejand û rêya jinên dildarên azadiyê ronî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koordînasyona Kongreya Star şehîd Hevrîn Xelef û dayika Eqîde bi bîr anîn û bang li jinên cihanê kir ku li hemberî êrişên hovane û bê bext bisekinin û ji bo azadiyê helwesteke dîrokî bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
KURDISTAN

- Siyasetmedar û rewşenbîrên li kantona Şehbayê destnîşan kirin ku armanca tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şikandina vîna gelê Kurd, têkbirina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan li herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberê Buroya PYD'ê ya herêma Firatê Îsmaîl Semo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser Heftenînê dixwaze herêmên Kurdistanê ji hev qut bike û got, divê gelê Kurd li hemberî êrişên Tirkiyê yekitiya xwe ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA