'Armanca tecrîdê gelên azadîxwaz e'

Siyasetmedar û rewşenbîrên li kantona Şehbayê destnîşan kirin ku armanca tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şikandina vîna gelê Kurd, têkbirina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan li herêmê ye.

'Armanca tecrîdê gelên azadîxwaz e'
12 cotmeh, 2020   02:23
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk siyasetên xwe yên ferzkirina tecrîda girankirî li dijî rêber Ocalan didomîne û hevdîtina parêzer û malbatan bi rêber Ocalan û  hevrêyên wî; Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş yên li girîgeha Îmralî girtî ne, qedexe kir.

Gel û siyasetmedar diyar dikin ku hedefa sereke ji tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan gel ji ramanê rêbertî dûr bixin.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a herêma Efrînê Silêman Cafer piştrast kir ku hedef ji tecrîda girankirî li dijî rêber Ocalan û hevrêyên wê yên di girtîgeha Îmralî û qedexekirina serlêdana parêzeran bi wan re ew e ku vîna gelê Kurd bişikînin û Ocalan ji civakê tecrîd bikin.

Cafer wiha got: "Komploya navneteweyî ya li dijî rêbertî hîna berdewam e. Ji ber rêbertî bi rêya daxuyaniyên xwe banga çareseriya aloziya li dewletên Rojhilata Navîn û herêmê kir."

Cafer wiha domand: "Rêjîmên destpot û dewletên hegamon, di serî de jî dewleta Tirk ji bo parastina berjewendiyên xwe li ser hesabê şêniyên herêmê bidawîkirina nakokî û şerên li herêmê red dikin. Bi wê re jî tecrîda li dijî rêber Ocalan girantir dike. Ji ber Ocalan dikare çareyan ji van nakokiyan re bibîne. Da ku tu perspektîfên rêber Ocalan ji gel re neçin an jî berovajî, rêbertî ji gel bi dûr bixin, projeya neteweya demokratîk têk bibin, tecrîda li dijî rêber Ocalan girantir dikin."

Cafer di dirêjahiya gotina xwe de wiha axivî: "Bi rakirina tecrîda li dijî rêber Ocalan an jî serbesberdana wî re, dê xebata bingehîn ku rêber Ocalan bike gel Tirkiyê beriya gelê Kurd hişyar bike. Ji ber ku gelê Tirkiyê gihaştiye astekê ku her tiştî girêdayî siyasetê nefret dike. Dê rêber Ocalan guhartinên bingehîn li Tirkiyê û tevahî Rojhilata Navîn pêk bîne. Lê belê ew yek jî ne li gorî berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker e. Ji ber dê berjewendî û projeyên Erdogan ên mêtîgeriya cîhanê têk bibe."

Ji aliyekî din ve jî endamê rêveber ê Yekitiya Rewşenbîrên herêma Efrînê Mihemed Welîd siyasetên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan û hevrêyên wî yên di Îmraliyê de şermezar kirin.

Welîd piştrast kir ku hedef ji vê qedexeya bêserûber a li dijî rêber Ocalan gelê Kurd û tevahî gelên aştîxwaz û azadîxwaz e.

Welîd destnîşan kir ku girtîgeha Îmraliyê, girtîgeheke navneteweyî ye, ji ber bi komploya navneteweyî hêzên hegamon ên li herêmê xwest projeya rêber Ocalan têk bibin û xistin girtîgehê ji bo ku gelê Kurd tesfiye bikin. Dewleta Tirk nobetdarê girtîgeha Îmraliyê ya navneteweyî ye.

Welîd di dawiyê de bang li tevahî rêxistinên hiqûqî, mirovî û NY’yê kir ku bi lez destwerdanê bikin û tenduristiya rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin, bihêlin parêzer û malbat wî û hevrêyên wî bibînin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P9LBGd9ny_U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>