Meclisa Jinan a Sûriyê: Em şewata li Sûriyê rawestînin

Meclisa Jinan a Sûriyê got, destpotiya siyasî û destwerdana navnetweyî li kar û barên Sûriyê sedema karest û şewata li Sûriyê ye. Her wiha bang li sûriyan kir ku li dorî rêgezên nîştimanî û Sûriyê bizîvirin da ku parastina wê bikin.

Meclisa Jinan a Sûriyê: Em şewata li Sûriyê rawestînin
11 cotmeh, 2020   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê şewatên dawîn ya li herêmên beravê yên sûriyê ku bi xwe re gelek ziyan anîne, Meclisa Jinan a Sûriya daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî 10 salan ji sûc û komkujiyên bênavber ên li dijî sûriyan, piştî dayîna zêdetirî milyonek şehîd, koçberkirina nîvê gelê Sûriyê, wêrankirina ji sedî 70 ji Sûriyê û xizantiya zêdetirî ji sedî 80 ji gelê Sûriyê, îro sûrî li beramber bûyereke din in ku daristanên Sûriyê û zeviyên zeytûnan tên şewitandin.

Her wiha hate gotin ku tunebûna hîsa welatparêziyê û berpirsiyarî li hember milkiyeta giştî ya Sûriyê, jiyana sûriyan, nirxa welatiyan û hebûna xîtaba nefretê di navbera sûriyan de û tehrîdkirina etnîkî û mezhebî, hişt ku Sûriyê bi tevahî hêmanên xwe bi bayekî re bifire, hişt ku şêniyên wê bibin milîs û çete û ji bo berjewendiyên dewletên destwerdê bixebitin.

Mecilsa Jinan a Sûriyê di berdewama daxuyaniyê de got: "Ji ber karesatê ya li rewşa Sûriyê de, em berpirsyartiya vê hilweşîn hildigirin ser binketina dewleta Sûriyê di tevahî aliyan de, ji destpotiya siyasî bigire heta bi destwerdana li kar û barên wê.

Em Bang li sûriyan dikin ku li dorî rêgezên nîştimanî û Sûriyê bizîvirin, da ku bi hev re parstina welat bikin û ber bi aştî, ewlehî û azadiyê ve bibin.

Meclisaê piştevaniya xwe ji tevahî qurbaniyan re ragihand û bang li civaka navneteweyî kir ku li heber karesaeta Sûriyê berpirsiyar be. Her wiha bêdengî û nexebitîn şirîkê kiryarê ye.

Meclisa Jinan a Sûriyê di dawiyê de got: "Sûriye welatê me ye, berpirsiyartiya me jî zana bin û bar hilgirin. Çareserî û pêşeroj di destê me de ye."

(fr)

ANHA