Li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê 37 kesên din bi vîrusa koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 37 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kes jî mirine.

Li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê 37 kesên din bi vîrusa koronayê ketine
11 cotmeh, 2020   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 2 kesên bi vîrusa Koronayê mirin, herdu jî mêr in yek ji Hesekê û yek jî ji Girkê Legê ye.

Mistefa destnîşan kir ku 37 kesên din bi vîrusa koronayê ketine, jê  26 mêr in û 11 jin in û li  van herêman in:

Hesekê: 15

Qamişlo: 10

Dêrik: 3

Derbasiyê: 2

Rimêlan: 2

Girkê Legê: 1

Tirbesipiyê: 1

Çilaxa: 1

Tebqa: 1

Şehba: 1

Mistefa eşkere kir ku 12 nexweş baş bûne.

Bi daneyên dawîn re hejmara nexweşên vîrusa Koronayê li herêmê gihaşt du hezar û 351 kesan, jê 79 kes mirine û 571 kes baş bûne.

ANHA