Mala Parastina Zarokan pêdiviyên 60 zarokan bi cih tîne

Di Mala Parastina Zarokan a li bajarokê Rimêlanê de 60 zarok hene. Pêdiviyên wan zarokan ji cih, cil û berg, lênêrîna tenduristî, perwerde, xizmetguzarî, çandî û civakî bi rêya jinên pisporên derûnî û xwedîvanên malê tên dabînkirin.

Mala Parastina Zarokan pêdiviyên 60 zarokan bi cih tîne
11 cotmeh, 2020   07:05
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Desteya Jin di destpêka 2015’an de Mala Parastina Zarokan li bajarokê Rimêlanê ya kantona Qamişlo vekir, da ku zarokên ji ber şer û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê û çeteyên DAIŞ’ê winda û penaber bûne, tê de bi cih bibin.

Di 9 salên aloziya Sûriyê de, ji ber teqîn û êrişên bênavber ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dehan zarok penaber bûn, malbatên xwe winda kirin û gelek pirsgirêkên malbatî derketin.

Niha di Mala Parastina Zarokan de 60 zarok dimînin û li ser 3 beşan hatine belavkirin; xort, keç û pitik. Di malê de 16 jin dixebitin. Ji aliyekî ve ji jinan re derfeta kar peyda  bû û ji aliyekî din ve jî zarokan xwedî dikin. Her wiha gelek pisporên derûnî ji bo dan û standina bi zarokan re û şopandina rewşa wan, hene.

Mal ji zarokan re tevahî pêdiviyan ji cih, cil û berge, lênêrîna tenduristî, perwerde, xizmetguzarî, çandî û civakî peyd dike.

PÊDİVİYÊN ZAROKAN Jİ LÊNÊRÎN Û PERWERDEYÊ Bİ CİH TÊN

Pisporên derûnî û xwedîvan ji bo pêşxistina behre û pêşdeçûna wan, zarokan perwerde dikin. Li gorî endama rêveber a malê ew tevahî pêwîstiyan mîna alavên xêzkirin, amûrên mûzîkê û şêwekarî, çîrok û hwd peyda dikin da. Her wiha  wêneyên zarokan xêz kirine, di malê de didin pêşandan.

Endama rêveber a Nivîsgeha Qanûnî ya Desteya Jinan û çavdêra lênêrîna zarokan li bajarokê Rimêlanê Arya Osman wiha got: "Mala Parastina Zarokan deriyên xwe ji bo tevahî zarokên penaber û yên rastî êşkenceya malbatî hatine, vekiriye. Ji zarokan re tevahî pêwîstiyan dabîn dikin, atmosfêreke malbatî ji wan re peyda dike, lênêrîna tenduristî û perwerdehî dabîn dikin."

Arya Osman piştrast kir ku dema zarokek tê malê ew bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn û aliyên pêwendîdar re koordîna dike û wiha domand: "Heke tu xizmên zarok mîna dayik, bavê, dapîr, bapîr, ap û xal tune bin, em wan pêşwazî dikin."

Der barê perwerdekirina zarokan de Arya Osman wiha diyar kir: "Zarok di aliyên civakî, perwerde û çandî de tên perwerdekirin. Zarok bi hevalên xwe re diçin dibistanê. Hin zarok li gorî temenên wan tev li çalakiyên çandî dibin, mîna stran, dîlan an jî lêdana amûrên mûzîkê."

MERCÊN XWEDÎKIRINA ZAROKAN

Têkildarî mercên xwedîkirina zarokan, Arya Osman wiha daxuyand: "Em rewşa malbatê bi tevahî ji aliyên civakî û madî ve lêkolîn dikin. Heke malbat nikare zarokan bîne, dikare zarokên li cem me xwedî bike. Lê bi şerta ku ew malbat pêdiviyên zarok bi temamî bi cih bîne."

Dema tu pirsgirêk bi malbata ku zarok xwedî dike re derket, Desteya Jinan a herêma Cizîrê rewşa zarok dişopîne û li gorî tedbîrên taybet û li gorî kaxizên qanûnî yên fermî dide û distîne.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oB1gNhukuz4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>