​​​​​​​Çeteyên Tirkiyê li Kafkasyayê ne, Qerebaxê hişyariya komkujiyan da

Çavdêr destnîşan kirin ku şandina çeteyên Tirkiyê ji bo Kafkasyayê cihê fikran e û hişyarî da ku dibe bibe sedema gûrbûna nakokiyên mezhebî û eknîkî. Rêveberê Navenda Çavêdriya Qerebaxê jî piştrast kir ku şandina çeteyan ji bo Qerebaxê re li ser aştî û ewlehiya navnetewî xeter e û dibe ku di encamê de wê de komkujî pêk bên. Her wiha banga hesabxwestinê ji Tirkiyê kir.

​​​​​​​Çeteyên Tirkiyê li Kafkasyayê ne, Qerebaxê hişyariya komkujiyan da
11 cotmeh, 2020   03:16
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Balyozê Ermenistanê yê li Rûsyayê destnîşan kir ku dewleta Tirk nêzî 4 hezar tundrawên sûrî şandine, da ku bi hêzên Azerbaycanê re li dijî hêzên Ermenistanê şer bikin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî got, li gel wî agahiyên misoger hene ku çekdarên sûrî yên ji milîsên terorîst li herêma Qerebaxê ne û eşkere kir ku ji ber rola Tirkiyê şerên giran di navbera Azerbaycan û Ermenistanê rû dan.

Macron da zanîn ku li gorî raporên istîxbaratî nêzî 300 çekdarên ji komên cîhadîst ên li Sûriyê çûn dewleta Tirk û ji wir çûn Azerbaycanê. Macron destwerdana dewleta Tirk bi derbaskirina xeta sor û xeteriyeke pir mezin bi nav kir.

Gelek dezgehên çapemeniyê hevpeyvîn bi gelek ji çeteyên sûrî re yên ku dewleta Tirk ji bo şerê şandine Qerebaxê çêkir.

Li gorî bîlançoya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ya 9’ê vê mehê weşandiye, hejmara çeteyên sûrî yên dewleta Tirk şandine Azerbaycanê ne kêmî hezar û 450’î ye û di hefteya borî de 250 çete hatin şandin.

Rexmî bangewaziyên navneteweyî yên bidawîkirina şer û lihevkirina agirbestê ya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de, dewleta Tirk hewl dide ku ev agirbest pêk neyê. Wezîrê Parastinê yê rêjma Tirkiyê roja înê eşkere kir ku ew şer nasekinîne.

Di vî warî de SOHR’ê destnîşan kir ku istîxbarata Tirkiyê veguhastin û perwerdekirina hejmareke mezin a çeteyên sûrî berdewam dike da ku piştevaniya Azerbaycanê bikin.

Di 28 saetên borî de, zêdetirî 26 çeteyên sûrî hatin kuştin. Bi wê re jî hejmara kuştiyên çeteyan bû 107.

Ji ber gelek sedeman hebûna çeteyan li vê herêmê xeter e. Ji ber ku Azerbêcan dewleteke ku piraniya niştecihên wê şîîa ne û hebûna van çeteyan dibe ku bibe sedema nakokiyên etnîkî yên kûr.

Her wiha hebûna van çeteyan li ser ermenan jî xeter e û hebûna çeteyan li Azerbaycanê ji bo Rûsya û Îranê pirsgirêka mezin e. Ji ber Moskov nikare li hember xeteriyên vejandina komên tundraw destgirêdayî bimîne.

'LI AŞTÎ Û EWLEHIYA NAVNETEWEYÎ XETERIYEKE'

Der barê mijarê de gerînendeyê Navenda Çavdêriya Qerebaxê, Artak Baglarian ji ANHA'yê re wiha axivî û got: "Tevlêbûna çeteyan di vî şerî de xeteriyeke raste rast li ser aştî û ewlehiya navneteweyî ye û li ser hebûna madî ya gelê Qerebaxê jî xeter e."

Girêdayî zirarên hebûna çeteyan, Artak Baglarian wiha domand: "Encamên xirab ên bikaranîna çeteyan ji tevahî cîhanê re eşkere ye. Gelek dewlet û rêxistinên di nav de Fransa, Rûsya, DYA’yê û serokên koma Minsk a girêdayî Rêxistina Ewlehî û Hevkariya li Ewropa ev yek diyar kir ku raporên zelel hene ku çete bi rêya dewleta Tirk ji Sûriyê ber bi Azerbaycanê ve têne şandin da ku li dijî Qerebaxê şer bikin. Bi wê re jî dewleta Tirk xebata derbekirina vê herêmê pêk tîne."

'XETERIYA PÊKANÎNA KOMKUJIYÊN NÛ LI DIJÎ ERMENAN DE HENE'

Baglarian wiha gotina xwe berdewam kir: "Dema em temaşe dikin ku Tirkiyê qirkirina ermenan temaşe dikin û li siyaseta nefreta Azerbaycanê ji Ermen û tecrûbeya sûcê ya van komên terorîst binerin, diyar dibe ku hewl dide komkujiya nû li dijî ermenan pêk bîne. Bi vê yekê hêzên çekdar ên Qerebax tedbîrên digirin ji bo ku herêmê ji xeteriya terorîstan xilas bike."

GELO QANÛNA NAVNETEWEYÎ VÊ YEKÊ ÇAWA DIBÎNE?

Têkildarî qanûna navneteweyî ji vê yekê, gerînendeyê çavdêriya Qerebaxê Artak Baglarian wiha domand: "Protokola madeya 47’an a ji peymana Cinêvê 1949’an, peymana navneteweyî ya li dijî leşkerkirina çeteyan û bikaranîna wê, piştevanî û perwerdekirina wê ya di 1989’an de derketiye û gelek mîsaqên navneteweyî yên dîtir hene."

Artak Baglarian diyar kir ku "Li gorî tevahî belgeyên qanûna navneteweyî çete sûcdarên şer in, tu mafên wan nine ku wekî çekdar an jî dîlgirtiyên şer pê re bê dan û standin bê kirin. Li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî qedexe ye beşdarî tu şeran bibin. Ew sûcdarên şer in û divê bên lêpirsîn. Ev jî tê wateya ku leşkerkirina komên terorîst jî sûcekî şer û divê civaka navneteweyî wan ceza bikin."

'SÛCÊN LI SÛRIY Û QEREBAXÊ DIŞIBIN HEV'

Di  rapora dawîn a NY’yê de, sûcên şer, tundî û kiryarên ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Sûriyê pêk anîne hatin belgekirin. Artak Baglarian wiha got: "Azerbaycan bi alîkariya dewleta Tirk hewl dide mîna van sûcan bîne herêmên me. Diyar e rûdanên li Qerebax û Sûriyê dişibin hev, bi taybet sûcên şer ên bi heman rêbazê yên bi piştevaniya Tirkiyê li Azerbaycanê pêk tên. Dewleta Tirk çeteyên di heman koman de beşdarî şerê leşkerî li Sûriyê û Qerebaxê kirin û rêbaza şerê wan yek e."

'DIVÊ DEWLETA TIRK BÊ CEZAKIRIN'      

Gerînendeyê çavdêriya Qerebaxê daxwaza cezakirina dewleta Tirk li gorî qanûna navneteweyî kir û wiha pê de çû: "Divê dewleta Tirk berpirsê tevahî sûcên şer ên li Sûriyê û Qerebaxê be. Di 6’ê Cotmehê de dadgeha ewropî ya mafên mirovan doz erê kir û bang li dewleta Tirk kir ku kiryarên binpêkirina mafên mirovan bi dawî bike û li hember peymanên navneteweyî rêzdar be."

Gerînende wiha bi lêv kir: "Em dikarin dadgeha navneteweyî ya edaletê wekî dadgeheke navneteweyî binirxînin ku armanca dike Tirkiyê di warê navneteweyî de berpirsiyar be."

Gerînendeyê Navenda Çavdêriya Qerebaxê wiha bi dawî kir: "Divê civaka navneteweyî ji bo mafên mirovan çalaktir be û binpêkirinên li dijî mafên mirovan ragihîne. Da ku sûcan ne tenê li herêmên me, lê belê li tevahî cîhanê têk bibe."

(fr)

ANHA