Şewatên li Sûriyê..binketina hikumet û rola hevalbendên Şamê

Li daristan, hawîrdor û zeviyên çandiniyê yên gelek parêzgehên di bin serweriya hikumeta Şamê de şewat heye. Hikumet ji ber kêmasiyên xwe tên tewambarkirin û hevalbendên wê jî tenê baregehên xwe diparêzin.

Şewatên li Sûriyê..binketina hikumet û rola hevalbendên Şamê
11 cotmeh, 2020   02:43
ŞAM-MERYEM ELÎ

Ji şeva pênşemê ve, li daristan, hawîrdor û zeviyên çandiniyê yên gelek parêzgehên Sûriyê; Humis, Hema, Tertûs û Laziqiyê şewat derket. Şewata li Laziqiyê ya herî gur e ku ji bin kontrolê derketiye.

Hikumeta Şamê itîraf kir ku rewş trajedî ye û ji kontrolê derketiye. Di vî warî de wezîrê Rêveberiya Herêmî û Jînegehî yê hikumeta Şamê endazyar Hisên Mexlof ji dezgehên çapemeniyê yên hikumetê re eşkere kir ku rewşa li Laziqiyê trajedî ye.

Mexlof destnîşan kir ku bi hemû hêza xwe ji bo vemirandina şewatê dixebitin û îşaret pê kir ku piştê didin gel ku şewatê vemirînin. Ji ber rê dijwar in û alav nikarin biçin cihê şewatê. Bi wê re jî kontrolkirina li ser şewatê gelekî dijwar e.

Mexlof diyar kir ku şewat bê ser û ber rû dide, ji lew re kedayîna ji bo herêmekê dijwar e. Her wiha  destnîşan kir ku alav û tîmên agirkujiyê belav in da ku şewat negihîje malan û berfireh nebe. Di encama şewatê de gelek zirarên madî gihiştin milkên şêniyan.

Ji aliyekî din ve jî Gerînendetiya Tenduristiyê ya Laziqiyê daxuyand ku du kes li bejahiya Laziqiyê bi sedema şewatê zêde mirin û 7 jî birîndar bûn. Her wiha agir gihîşt malên şêniyên li herêma Um Tiyor, Kilmaxo û hin gundên Cebla, Qerdaha û Hefe jî. Di heman demê de jî li hin cihan şewat hat kontrolkirin, mîna gundê Belata.

LI HEFE TEQÎN LI BER DERÎ BÛ

Serokê şaredariya Hefe hişyarî li ser gihandina şewatê li banka çandiniyê da. Ji ber di banka çandiniyê de zêdetirî 100 ton ji semadê Ammonium nitrate hebû. Serokê şaredariyê wiha got: "Dibe ku teqînek mîna teqîna bendera Beyrûtê çêbe."

Lê belê erebeyên agirkujiyê di dema guncaw de gihaştin bankê. Li gorî serokê şaredariya Hefe rewşê aram e.

PIŞTEVANÎ….

Girêdayî mijarê, fermandarê foca agirkujiyê ya Helebê serbaz Mihsin Kînanî diyar kir ku focê 3 erebeyên agirkujiyê tevahî amadekarî û kadoriyê wê şandin parêzgeha Tertûsê da ku şewatê vemirînin. Kînanî destnîşan kir ku berpirsê bejahiyên Şamê Elaa Îbrahîm got, ji parêzgehê gelek erebeyên agirkujiyê ji bo piştevaniya tîmên agirkujiyê yên Lazqiyê hatin şandin.

PARÇEBÛNA ROLA HEVALBENDAN

Li gorî şêniyê R.A çavkaniyên nefermî diyar kir ku balafirên Iraqê ji bo vemirandina şewatê beşdar bûn, lê belê tu kesî li ser piştevaniya Rûsya û Îranê di vemirandina şewatê de neaxivî.

Ji aliyê xwe ve jî şêniyê M.E ji bejahiya Laziqiyê da zanîn ku tu şansa rizgarbûnê tune ye û piştrast kir ku mal û berhemên wan hatin şewitandin û bûn xwelî.

Der barê  aliyên ku piştevaniya vemirandina şewata li herêma bejahiyên Tertûsê kiriye de şêniya ji Safîta S.E wiha axivî: "Her tişt bû xwelî..foca agirkujiyê ya ji bo piştevaniya vemirandina şewatê hatiye, têrê nekir."

Li aliyekî din jî şêniyê N.S îşaret pê kir ku ji balafirgeha Himêmîm gelek balafirên Rûsyayê rabûn û şewata li gelek herêmên ji parêzgeha Laziqiyê vemirandin. Lê belê şêniyê R.Y piştrast kir ku balafirên Rûsyayê tenê şewata li nêzî balafirgehê vemirand.

KÊMASÎ…

Çalakvanan bi rêya torên civakî hikumet bi kêmasî û derewê tewanbar kir. Ji ber ku wê got rê li nav cihên hawîrdorê vekirin da ku tîmên agirkujiyê bikaribin bixebitin û keştiya agirkujiyê ya Sûriyê bi nêzî 4 erebeyên agirkujiyê heye. Lê heta vê kêliyê tu kesî ev yek nedîtiye.

Hikumeta Şamê di nava sivîlan de bi gendeliyê tê nasîn. Ji ber ku di saziyên wê de bertîl, çîntî û dizîn heye.

Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolîna Zanistî ezmûnên roja şemiyê yên li zanîngehên Tişrîn û Tertûsê bi paş de xistin. Her wiha Wezareta Ewqafê, piştî bêhêvîbûnê ji hikumetê li ser nekarîna vemirandina şewatê, bang kir ku roja şemiyê ji bo lavayan nimêj bikin.

(fr)

ANHA