Azerbaycan: Dê agirbest piştî pevguhartina cenazeyan bi dawî bibe

Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Jihon Bayramov îro ragihand ku dê agirbest piştî pevguherîna cenazeyên her du aliyan bi dawî bibe.

Azerbaycan: Dê agirbest piştî pevguhartina cenazeyan bi dawî bibe
10 cotmeh, 2020   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Jihon Bayramov îro got, agirbesta debarê şerê li herêma Qerebaxê de dê tenê dema ku Xaç Sor pevguhartina cenazeyan bi dawî bike, bidome.

Azebaycan û Ermenistanê di dan û standinên li Moskovê de li ser agirbestê li hev kir.

Di civîneke çapemeniyê ya li Bakoyê de, wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê got rewşa niha li ser erê ne li gorî welatê wî ye, her wiha texmîn kir ku Azerbaycan bi demê re gelek herêman kontrol bike.

Azerbaycan û Ermenistanê bi lez der barê binpêkirina şertên agirbestê de hev tewanbar kirin. Bi wê re jî gûman têkildarî pêkanîna agirbesta bi navbeynkariya Rûsyayê çêbû.

Helwesta Azerbaycanê ya îro piştî daxuyaniyên wezîrê Parastinê yê Tirkiyê ya şeva berê yê gotibû şer nasekinînin pêk hat.

(fr)