​​​​​​​Îmaratê bersiva Erdogan da: Hebûna artêşa Tirk li Qeterê aramiya herêmê tevlihev dike

Wezîrê Dewletê yê Kar û Barên Derve ya Îmaratê Enwer Qereqaş bersiva daxuyaniyên serokkomarê Tirk Recep Teyyîp Erdogan ên li ser hebûna artêşa Tirk li Qeterê da û got, hebûna wê aramiya herêmê tevlihev dike.

​​​​​​​Îmaratê bersiva Erdogan da: Hebûna artêşa Tirk li Qeterê aramiya herêmê tevlihev dike
10 cotmeh, 2020   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Dewletê yê Kar û Barên Derve ya Îmaratê Enwer Qereqaş got, hebûna artêşa Tirk li Qeterê hêmanekî ji nearamiya li herêmê ye.

Qereqaş daxuyand ku daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê yên di dema serdana wî li Qeterê de, ku artêşa wî aramiya dewletên Kendavê pêk tine, ne li gorî rola wî ya herêmî ya tirkî ye û gelek şahîd hene.

Qereqaş wiha domand: "Bi wê daxuyaniyê hewl dide çav li sedemên aborî yên serdanê bigire. Di rastiyê de hebûna artêşa Tirk li Qeterê li herêmên me nearamiyeke."

Wezîrê Dewletê yê Kar û Barên Derve ya Îmaratê Enwer Qereqaş da zanîn ku hebûna leşkerî ya Tirkiyê li dewletên Kendavê awarte ye û dibe sedema anîna neyêniyê li herêmê.

Qereqaş destnîşan kir ku hebûna leşkerî ya Tirkiyê biryara  desthilta her du welatan e û rêz li hember serwerî û berjewendiyên dewletên Kendav û gelên wê nayên girtin.

Qereqaş bi lêv kir ku pêdiviya herêmê bi parêzvanên herêmî û jinûve pêkanîna têkiliyên mêtîgnerî ku vedigerin demên berê, tune ye.

(fr)