'Ocalan giyanekî nû di nava civaka Kurd de afirand'

​​​​​​​Welatparêzên Qamişloyê dane zanîn ku kesayeta rêber Ocalan di nava civaka Kurd de giyanekî nû afirand.

'Ocalan giyanekî nû di nava civaka Kurd de afirand'
11 cotmeh, 2020   06:24
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan welatparêzên ji bajarê Qamişlo ji ajansa me re axivîn.

Kamîran Lewend da zanîn ku beriya avakirina PKK`ê ji aliyê rêber Ocalan ve, tu guhertin di nava civaka Kurd pêk nehatibû, lê piştî PKK`ê hat damezrandin guhertinek di hundirê civaka Kurd de çêbû.

'BI KESAYETA OCALAN HER TIŞT HAT GUHERTIN'

Lewend diyar kir ku dijmin digot wan gelê Kurd xistiye xewneke giran de ku êdî ew dûrî maf, netew, çand û Huner û ziman wan kirin û wiha dewam kir: "Lê bi kesayeta Ocalan nasnameya gelê Kurd vegerand û bi kesayeta wî her tişt hat guhertin û civakeke kurdewarî kurdparêz hat avakirin."

 Lewend anî ziman ku gelek şoreş di dîroka kurdan de çêbûne, lê tu guhertinên  mezin bi xwe re neanîn û wiha pêde çû: "Di dîroka gelê Kurd de cara yekê ye ku bi saya rêber Ocalan şoreşeke zanistî hat afirandin, ji ber vê yekê dijmin hemû hewildanê xwe kirin ku ew giyanê nû di hundirê civaka Kurd ku hatiye afrandin bide fetisandin.  Lê di encama zanebûna rêbertî ew hewildan vala derkketin."

Lewend diyar kir ku dijmin êdî di planên xwe de têk çû û êdî nikaribû li pêşiya têkoşîna gelê Kurd bigire û wiha domand: "Ji ber vê yekê jî dijmin alîkarî ji dewletên navneteweyî xwest û ev komploya navneteweyî li ser serokatî meşandin, da ku dengê azadiyê, dengê şoreşa gelê Kurd bifetisîne."

Lewend diyar kir ku yek ji berhemên serokatî azadikirina jinan bû û ev yek jî li ber çavane ku îro jina Kurd bûye sembolek di nava tevahiya jinên cîhanê de.

'OCALAN JI TUNEBÛNA ME HEBÛN ÇÊKIR'

Necah Gulo diyar kir ku ew komploya navneteweyî bi tundî şermezar dikin û got: "Bi hezarên salan digotin Kurd tunebûne, dewleta Tirk digot me gelê Kurd bi komkujiya tunekiriye, lê rêber Abdullah Ocalan ji tunebûna me hebûn çêkir."

Necah da zanîn ku tiştê ku rêber Ocalan dike ne tenê ji bo Kurd û Kurdistanê ye û wiha dewam kir: "Rêber Ocalan miroveke demokratîk e, dixwaze demokratiyê pêk bîne".

Necah destnîşan kir ku ji ber ku dewleta Tirk xwe li hember berxwedana gelê Kurd negirt, ji ber vê yekê Ocalan dîl girtin û got: "Em şagirtê serok Apo ne, em li ser fikir û felsefeya wî perwerde bûne û em ê bi wê jî têkoşîn bikin."

Necah bilêv kir ku bi êrişên li ser Rojava ev komplo dewam dike, ji ber ku dewleta Tirk qebûl nake ku Kurd bibin xwedî hebûn û destkeftî."

'AZADIYA OCALAN AZADIYA ME YE'

Necah anî ziman ku ji hemûyan tê xwestin ku li ser piyan bin û wiha dewam kir: "Soza me ew e ku em li peyî serokê xwe hetanî rojeke ji temenê me hebe têkoşîn bikin, hetanî ku serokê me azad nebe em ê li ser piyan bin. Ji ber ku azadkirin rêber Ocalan azadiya me ye."

Yûsif Gulo jî axivî û bilêv kir ku dewleta Tirk ji fikir û ramanên rêber Ocalan ditirse.

Gulo diyar kir ku ev komplo bi destê gelek dewletan hatiye kirin ne tenê dewleta Tirk û got: "Ji ber ku dîtin ku serok Apo bingeha xerabûnê hildweşîne, miletekî wek hev dunyayeke wek hev dixwaze çêbike."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tEyTYHP9pKY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>