ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11- 10-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11- 10-2020`AN
10 cotmeh, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê, beşdarên Mîhrîcana 4'emîn a Osman Sebrî ya Wêjeyî li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamiloyê xelat dikin, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi diruşmeya "Dem dema azadiyê ye, na ji qirkirina çandî re, bi hev re em çanda xwe biparêzin", Navenda Çandê ya Til Hemîsê pêşangeheke wêneyan ên şêwekarên ji Til Hemîs û Til Birakê vedike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan, merasîmekî xiyabî ji bo şehîd Mihemed Emîr Reşîd (Seyd Rîda) yê ku ji ber nexweşiya vîrusa koronayê li girîgeha Albestan a Tirkiyê de şehîd bû, li kampa Berxwedan li dar dixe, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Helebê, pêşangeha wêneyên şehîd Hevrîn Xelef li hola navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a taxa Şêxmeqsûdê vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan got:  "AKP'ê berpirsê sûcên şerê li Sûriyê û gurkirina şerê li herêmê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên ji Qamişlo diyar kir ku dewletên komploger texmîn kir ku bi girtina rêber Abdullah Ocalan re dê şoreşê têk bibin û têkiliya di navber rêbertî û gel de jî têk bibin. Piştre gelê Kurd qir bibe û berxwedana wî hilweşe. Şêniyan piştrast kir ku azadiya gelê Kurd bi azadiya rêbertî ve girêdayî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hunermendan diyar kir ku hedefa dewleta Tirk dûrxistina gelê Kurd ji çand, huner û qirkirina wê ye, her wiha gotin divê tevahî hunermend bi çanda xwe ve girêdayî bin. Hunermendan bang li gelê Kurd kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên ku kurdan bi tevahî çînên wê hedef digire, hevgirtî bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Serokê hikumeta Şamê Beşar El-Esed hemwextî ku hewldanên Rûsyayê yên serxistina "Komîteya Destûr" têk bir, behsa têkiliyên bi Îsraîlê re kir. Li aliyekî din jî ji ber cezayên Ewropayê rejîma tirk li rojhilatê Deryaya Spî pêşde vegerî. Her wiha Qerebaxê planên Tirkiyê-Îranê eşkere kirin.

- Çavdêr destnîşan kirin ku şandina çeteyên Tirkiyê ji bo Kafkasyayê cihê fikran e û hişyarî da ku dibe bibe sedema gûrbûna nakokiyên mezhebî û eknîkî. Rêveberê Navenda Çavêdriya Qerebaxê jî piştrast kir ku şandina çeteyan ji bo Qerebaxê re li ser aştî û ewlehiya navnetewî xeter e û dibe ku di encamê de wê de komkujî pêk bên. Her wiha banga hesabxwestinê ji Tirkiyê kir. (BI WÊNE).

RAPOR

- Li daristan, hawîrdor û zeviyên çandiniyê yên gelek parêzgehên di bin serweriya hikumeta Şamê de şewat heye. Hikumet ji ber kêmasiyên xwe tên tewambarkirin û hevalbendên wê jî tenê baregehên xwe diparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Di Mala Parastina Zarokan a li bajarokê Rimêlanê de 60 zarok hene, tevahî pêdivî ji cih, cil û berg, baldariya tenduristî, perwerde, xizmetguzarî, çandî û civakî bi rêya jinên şêwirmendên derûnî û xwedîvanên male tên dabînkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Ereb ên li bajarên Reqa û Dêrazorê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin: "Ramanê rêbertî yê tekane ye ku mafên jinan di vebijartina rê û tevlêbûna şoreşê de daye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên herêma Reqayê piştî çinîna genim û ceh ên avê, dest bi çinîna kuncî û zebeşên dendikan  dikin. Ev berhem aboriya wan baş dike, ji ber ku lêçûna wê ya çandiniyê kêm e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA