Nivîskarên Kurd ji bo Serêkaniyê û Girê Spî şevbêreke li dar xist

Yekitiya Nivîskarên Kurd- Sûriya ya herêma Cizîrê, bi boneya salvegera yekemîn a êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî û berxwedana Rûmetê şevbêrkeke helbestan li dar xist.

Nivîskarên Kurd ji bo Serêkaniyê û Girê Spî şevbêreke li dar xist
Nivîskarên Kurd ji bo Serêkaniyê û Girê Spî şevbêreke li dar xist
Nivîskarên Kurd ji bo Serêkaniyê û Girê Spî şevbêreke li dar xist
Nivîskarên Kurd ji bo Serêkaniyê û Girê Spî şevbêreke li dar xist
Nivîskarên Kurd ji bo Serêkaniyê û Girê Spî şevbêreke li dar xist
Nivîskarên Kurd ji bo Serêkaniyê û Girê Spî şevbêreke li dar xist
Nivîskarên Kurd ji bo Serêkaniyê û Girê Spî şevbêreke li dar xist
10 cotmeh, 2020   17:22
QAMIŞLO

Şevbêrk li hola Zana ya bajarê Qamişloyê bi beşdarbûna gelek rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û nûnerên partiyên kurd û civaka sivîl hate lidarxistin.

Şevbêrk bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd- Sûriya Qadir Egîd axivî, êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kirin û got: "Divê rewşenbîr û nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo avakiriya yekitiya niştimanî kar bikin da ku karibin hêviyên gelên Serêkaniyê û Girê Spî ya vegera li warê xwe pêk bînin."

Egîd, bang li hemû partî û hêzên siyasî yên kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û yekitiya xwe ava bikin da ku nehêlin trajîdyaya Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê dûbare nebe.

Piştre, lêkolîner û nivîskar Mihemed Cezai behsa dîroka Serêkaniyê kir.

Di şevbêrkê de, helbestvan Anahîta Sîno, Elî Şakir û Mistefa Sîno helbest xwendin.

Her wiha, kurtefîlmeke li ser azarên Serêkaniyê ku ji aliyê nivîskar Mizgîn Tahir ve hate amadekirin hate pêşandan. Her wiha nivîskar Fatima Ehmed kureçîrokek li ser koçberên Serêkaniyê xwend.

ANHA