​​​​​​​Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 110 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24 saetên dawîn de 110 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 nexweş jî mirine.

​​​​​​​Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 110 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
10 cotmeh, 2020   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku ji nav kesên ku nexweş ketine 56 mêr in û 54 jin in û ji van herêman in:

Hesekê: 8
Til Temirê: 1
Qamişlo: 13
Dêrik: 10
Girkê Legê: 3
Amûde: 2
Kobanê: 18
Reqa: 32
Tebqa: 10
Minbic: 13

Ciwan Mistefa bi bîr xist ku 17 nexweş baş bûne û 3 kesên din jî mirine.

Bi daneyên dawîn re hejmara nexweşên vîrusa Koronayê li herêmê gihaşt 2 hezar 314 kesan, jê 77 nexweş mirine û 555 nexweş jî baş bûne.

(şx)