Li Idlibê Tehrîr El-Şam û DAIŞ bi hev ketin

Li eniyên Idlibê şer di navbera çeteyên Tehrîr El-Şam û çeteyên DAIŞ`ê de derket. Di encamê de kuştî û birîndarên her du aliyan çêbûn.

Li Idlibê Tehrîr El-Şam û DAIŞ bi hev ketin
10 cotmeh, 2020   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) vê sibehê li herêma Tilada ya bakurê Idlibê şer di navbera çeteyên Tehrîr El-Şam û komeke girêdayî DAIŞ`ê de rû da.

Girêdayî heman mijarê, dengê teqînekê li herêmê hate bihîst. Ji ber şerên ku heta vê kêliyê didomin, kuştî û birîndarên her du aliyan hene. Çeteyên Tehrîr El-Şam bi zanabûn dorpêçeke ewlehiyê li herêmê ferz kir.

Beriya 2 rojan çeteyên Tehrîr El-Şam li herêma Soma li bajarê Cisir Şixûr ê rojavayê Idlibê kesek kuştibû. Li gorî SOHR`ê, kuştî ji çeteyên DAIŞ`ê ye û biyanî ye.

(şx)