​​​​​​​Meclisa Ewlehiyê bang li Tirkiyê kir ku ji vekirina Varoşayê betal bike

Meclisa Ewlehiyê îro bang li Enqereyê kir ku ji biryara vekirina perava bajarê Varoşayê yê Qibrisê paşde vekişîne. Bajarê li bakurê Qibrisê yê di bin serweriya dewleta Tirk de, ji dema parçekirina giravê piştî şerê sala 1974`an ve, hatibû valakirin.

​​​​​​​Meclisa Ewlehiyê bang li Tirkiyê kir ku ji vekirina Varoşayê betal bike
10 cotmeh, 2020   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêncşema borî, tevî hişyariyên Yekitiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî jî hikumeta Tirk re 1 km ji beravê û kolaneke bajarê Varoşayê ji nû ve vekirin ku ew parçeyekî bajarê Famagusta yê kevn in.

Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê roja înê piştî bidawîbûna şêwirên girtî, bi daxuyaniyekê wiha diyar kir: “Meclisa Ewlehiyê li ser ragihandina Enqereyê ya vekirina berava bajarê Varoşayê di 6`ê Cotmehê de, bi fikar e û bang li Enqereyê dike ku ji vê biryarê paşde vekişe. Kiryarên yekalî dibe ku rageşiyê li giravê derxin.”

Di daxuniyê de hate piştrastkirin ku divê bajarê Varoşayê wekî ku berê Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê diyar kiriye, bimîne.

Bajarê Varoşayê ji dema mêtingeriya dewleta Tirk ve hatiye valakirin, piştî ku hêzên dewleta Tirk herêm dagir kir, hate girtin.

(cx)