Zarokekî koçber: Êdî rûyê min ê berê bo min xewnek e

Li Kampa Weşokanî ji ber paşguhkirina rêxistinan, gelek zarokên ku ji ber şewatên laşên xwe azarên dikişînin hene. Di nav de Leys Hico yê ku dibêje: “Êdî vegera rûyê min mîna berê ji bo min bûye xewnek” heye.

Zarokekî koçber: Êdî rûyê min ê berê bo min xewnek e
9 cotmeh, 2020   05:38
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Koçberên xwedî zarokên astengdar yan jî laşê wan şewitîne, di bin mercên mirovî yên dijwar de li Kampa Weşokanî dijîn.

Li gel xizantî û tunebûna xebatên bingehîn ji hêla rêxistinên mirovî ve, ruxmî ku hewldanên Rêveberiya Xweser ku pêdiviyên wan peyda bike, lê astengdariya zarokên hinek malbatên koçber, xemên wan zêde dike. Peydakirina derman û dermankirinê xewê ji çavê wan direvîne.

Leys El-Hiso yê10 salî yê ji gundê Hiso yê bajarê Serêkaniya dagirkirî, bedena wî di 5 saliyê de dema alaveke mazotê li mala wan teqiya, şewitî. 

Destpêkê dema bajar ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve dihatin parastin û ji hêla ciwanên wê ve dihat birêvebirin, malbatê Leys derman dikir. Lê piştî dagirkirinê û piştî ku koçberî Kampa Weşokanî bûn, êdî dermankirina wî gelek dijwar bûye, ji ber ku çeteyan tevahiya milkên wan talan kirin.

Leys piştî ku bavê wî dimire û dayîka wî bi zilamekî din re dizewice û wî dihêle, bi dapîra xwe Fatme Ehmed Yunis re dimîne.

Fatme ji ANHA`yê re behsa azarên koçberiyê û zehmetiyên ku Leys dikişîne kir û got: “Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê li ser gundê me û bajarê Serêkaniyê em neçar man ji malên xwe derkevin.”

Fatme wiha domand: “Em 10 kes in; 4 keç û 4 xort in. Dema Leys 25 rojî bû, bavê wî wefat kir û dayîka wî ew terk kir. Piştre min xwedî kir.”

Fatme destnîşan kir ku destpêkê Leys li bajarên Hesekê û Qamişlo derman dikirin, lê niha piştî koçberiyê li kampê bi cih bûn û ji ber rewşa aborî ya dijwar êdî nikarin wî derman bikin.

Gelek rêxistinan navê Leys li cem xwe qeyd kir da ku alîkariya wî bikin, lê ew soz vala bûn.

Dapîra Leys got: “Gelek rêxistinan serdana me kir, navê Leys li cem xwe qeyd kir lê tu alîkarî pêşkêş nekir. Ez bang li aliyên têkildar dikim ku kena zaroktiyê ji kurê min re vegerînin, ew ji ber rewşa xwe gelek aciz e.”

Leys Hiso dibêje: “Tevahiya dostên min ji ber şewatên li ser rûyê min bi min dikenin. Êdî nikarim bi wan re bilîzim an jî biçim dibistanê. Lewra pirî caran di bin konî de dimînin. Êdî rûyê min mîna berê vegere, ji bo min bûye xewnek.”

Leys wiha domand: “Rewşa me gelek dijwar e, êdî malbata min nikare min derman bike. Em ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne.”

Leys El-Hiso bang li aliyên têkildar kir ku alîkariya wî bikin û wî derman bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JEvzvtu282Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>