Jinên koçber: Hêviya me herêmên me rizgar bibin

Jinên Serêkaniyê û Girê Spî yên koçber bûne, destnîşan kir ku gelek dewletan dagirkeriya Tirk a li herêmên wan rewa kirin. Jinan bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kirin û hêvî kirin ku di demeke nêzîk de vegerin warê xwe.

Jinên koçber: Hêviya me herêmên me rizgar bibin
9 cotmeh, 2020   06:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên ji Serêkaniyê û Girê Spî yên ku ji ber êrişên dagirkiriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne di salvegera yekemîn a dagirkirina bajarên xwe de bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên wan şermezar kirin û xwestin ku di demeke nêzîk de herêmên wan werin rizgarkirin û li warê xwe vegerin.

'DAXWAZA ME TENÊ LI WARÊ XWE VEGERIN'

Jina bi navê Alya Nasir a ji gundê Mişrafa ya Serêkaniyê got: " Ev saleke ji ber rewşa mirovî ya zehmet di nava kampê de em zehmetiyan dikişînin. Êşa herî mezin koçberiya me ye. Em di kampan de dijîn û derfetên herî sereke kêm in."

Zubeyda Îbrahîm bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir û banga derxistina dagirkeran ji herêmê kir û ev tişt got: "Ev saleke em dûrî malên xwe ne. Heta em venegerin em ê êşa bajarê xwe ji bîr nakin. Çeteyan dest danîn ser mala min, lê hêviya min a vegerê mezin e."

Meryem Salih a ji gundê Heras ê Serêkaniyê îşaret pê kir ku jiyana di nava kampan de gelekî zor e, bi taybet li ser zarokan.

Zaroka bi navê Şemsa Mihemed jî got, ew alîkarî û madeyên xwarinê naxwazin, daxwaza wan a tekane li malên xwe vegerin û mîna zarokên cîhanê bi aştî li warê xwe bijîn.

Jina koçber ya bi navê Delal Mihemed li taxa Endelos a bajarê Reqayê dimîne destnîşan kir ku ji ber êrişên Tirkiyê ji gundê xwe koçber bûne, tu agahiyan li ser mala xwe negirtiye û got: "Em bi rihetî û xweşî najîn û em dûrî erd û malên xwe ne. Gunehê me çi bû ku Tirkiyê sûcên nemirovî li dijî me pêk bîne. Zarokên me ji bilî dengê balafiran tiştek di jiyana xwe de nedîtine. Gelek dewletan dagirkeriya Tirk a li ser xaka me rewa kir û gel bû qurbanê komploya navneteweyî."

Nadiya Îsmaîl ji gundê Hemam Tirkman ê Girê Spî ye dibêje: "Em li bajarê Reqayê dûrî warê xwe dijîn. Em bi hêvî ne ku bi lez vegerin malên xwe û li hev kom bibin û aramî û aştî li welatê me pêk were."

Ayşe Osman ji gundê Yabisê yê Girê Spî destnîşan kir ku beriya êrişên li ser herêmê li çolên gundên Girê Spî de man heta cihekî ewle bibînin ku wan sûcên dagirkeriyê biparêzin.

Ayşe got, hemû aliyên peywendîdar berpirsên koçberiya bi zorê ya şêniyan û bi wan gotinan wan muxateb girt: "Ma mirovahî li cem we nîne, kanî rêxistinên hiqûqî, heta kengî em ê ji warê xwe dûr bin, jin dê têne tecawizkirin û zarok tên revandin."

Ayşe Osman hêvî kir ku di demeke nêzîk de bajarê wê were rizgarkirin û li mala xwe vegere.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JJW75enUeNM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>