Rojnamevanên ji herêma Cizîrê: Dewleta Tirk ji dengê rastiyê ditirse

Rojnamevanan ji herêma Cizîrê destnîşan kirin ku girtina rojnamevanan ji hêla dewleta Tirk ve tiştekî ne nû ye, armanca wan veşartina sûc û siyasetên li dijî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye.

Rojnamevanên ji herêma Cizîrê: Dewleta Tirk ji dengê rastiyê ditirse
9 cotmeh, 2020   07:34
QAMIŞLO-DÎCLE EHMED

Rojnamevanan ji herêma Cizîrê binçavkirina nûçegihanên Ajansa Mazopotamiyeyê û Jinnews ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve şermezar kir û piştrast kir ku dewleta Tirk bi van sûcan nikare nasnameya rojnamevanan li Kurdistanê biçewsîne.

'DEWLETA TIRK LI DIJÎ DENGÊ RASTIYÊ YE'

Nûçegihana Jin Newsê ya herêma Cizîrê Sorgul Şêxo destnîşan kir ku ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk rojnamevanan li Bakurê Kurdistanê destgîr dike, avahiyên wan digire û malperên wan ên li ser enternetê qedexe dike û wiha domand: "Armanca dewleta Tirk ji vê yekê ku sûcên li dijî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêk tîne veşêre."

Sorgul da zanîn ku dewleta Tirk  li dijî rojnamevanên ku dengê gel û dengê rastiyê derdixînin holê û sûcên dewleta Tirk eşkere dikin.

Sorgul diyar kir ku rojnamevana jin an jî ajansên jinan li Bakurê Kurdistanê hertim armanca yekemîn a dewleta Tirk bû, ji ber ku di karê xwe de dilsoz e û rastiya azarên jinan û zarokan û sûcên ku li dijî wan ji hêla desthilatê ve têne kirin eşkere dike.

Her wiha Sorgul bilêv kir ku dewleta Tirk ji bo veşartina sûcên xwe yên derexlaqî û dermirovî yên ku li dijî gelê Kurd pêk tîne, nasnameya rojnamentiyê li Tirkiyê diçewsîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek rojnamevan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê rastiya dewleta Tirk û sûcên ku li djiî jinan û zarokan li tevahiya Kurdistanê pêk tîne eşkere bikin."

Mudirê beşa erebî ya ajansa Firatê (ANF) ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sultan Temo jî girtina rojnamevanan ji hêla dewleta Tirk ve şermezar kir û got: “Li gorî komîteya parastina rojnamevanan dewleta Tirk ji aliyê çewisandina ragihandin û rojnamegeriyê xwedî paşxaneyeke xerab e. Herî dawî di serdegirtinan de rojnamevanan Adnan Bilen, Cemîl Ugur nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê, nûçegihana Jin News Şahriban Abi û rojnamevan Naza Sala girtin.”

Temo da xuyakirin ku sedema girtina rojnamevanan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ew e ku dewleta Tirk rastiya sûcên xwe vedişêre û nahêle tu rojnamevan wê rastiyê eşkere bike û rastiya rewşa ku civaka Tirk dijî ji raya giştî re ragihîne.

Temo piştrast kir ku polîsa dewleta Tirk nûçegihanên navborî girtin, ji ber ku rastiya bûyerên ku bi Serwet Turgut û Osman Şiban re rû dane, ragihandin. Lekerên Tirk Turgut û Şiban li navçeya Şax a Wanê ji hêlokopterê avêtin xwarê.

Temo anî ziman ku li gorî nirxandina rêxistina mafên mirovan, dewleta Tirk hegemonî û cihê xwe ya stratejîk bi kar tîne da ku ji wan sûcan bifilite û wiha pê de çû: "Rejîma heyî yan jî hevalbendiya AKP û MHP`ê nûnertiya cureyên faşîzmê ya herî hovane dikin."

Di berdewama gotinên xwe de Temo ev agahî parve kir: “Dewleta Tirk heta niha zêdetirî 160 rojnamevan girtine û avêtine zindanê. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêdetirî 108 dezgehên çapemeniyê girtine û zêdetirî 2 hezar rojnamevan û nûçegihan bi tawana reşkirina serokkomarê Tirk an jî siyaseta wî ji kar hatin dûrxistin.”

'DEWLETA TIRK LI GEL BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ SÛCAN PÊK TÎNE'

Pêşkêşvan û nûçegihanê kanala Ronahî TV, Alan Maîş girêdayî mijarê got: “Bûyera avêtina Serwet Turgut û Osman Şiban ji hêlokopterê ji hêla nûçegihanên ku duh hatine girtin, hatibû belgekirin. Dewleta Tirk bi hinceta piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê û siyasetmedaran ji berxwedana Kobanê re hemleya qirkirina siyasî ya fireh daye destpêkirin.”

Maîş bi bîr xist ku dewleta Tirk xwedî dîrokeke tijî siyaseta qirkirina gelan nexasim gelê Kurd û girtina rojnamevan û siyasetmedaran û wiha dirêj da axaftina xwe: "Dewleta Tirk li ser qada navneteweyî  xwe wek dewleteke demokratîk diyar dike. Ragihandin van sûcan ji raya giştî re li ser stratejiya wê xeternak e. Bi taybet ji ber ku bandor li hemleyên wê yên qirkirinê ya li dijî gelê Kurd dike. Piştî derbeya leşkerî ya 12`ê Îlona 2016`an, girtîgehên Tirkiyê tije bûne."

Maîş di nava gotinên xwe de ev tişt zelal kir: "Dewleta Tirk li ber çavên cîhanê vê siyasetê dimeşîne. Bi girtina rojnamevanan li Bakurê Kurdistanê re nikare nasnameya rojnamegeriyê li Kurdistanê tune bike. Dengê rastiyê sînoran nas nake. Ruxmî wan siyasetan lê em ê têbikoşin û asta têkoşîna xwe li her çar parçeyên Kurdistanê mezin bikin da ku rastiya sûcên li dijî gelan têne kirin eşkere bikin."

Maîş di dawiya gotinên xwe de got: “Siyaseta qirkirina rojnamevanan ji dîroka osmanî ve û heta roja me ya îro berdewam e. Dewleta Tirk rojnamevanan ne tenê li Bakurê Kurdistanê hedef digire. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî rojnamevanên ku berxwedana Serêkaniyê dişopandin kirin hedef. Di encamê de gelek ji wan birîndar bûn û şehîd ketin. Ev yek dijminahiya dewleta Tirk ji rojnamevanan re îsbat dike.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Z-jMjut7ncc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>