​​​​​​​Meclisa Hecînê ji bo gundewarên rojhilatê Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê pêşkêş kirin

Meclisa Gel a bajarokê Hecînê bi armanca nirxandina xebatên xizmetguzariyê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê û çareserkirina pirsgirêkên vê dawiyê li herêmê derketine, civînek ji meclisên herêmî û şêniyan re li dar xist. Di civînê de gelek projeyên xizmetguzarî hatin pêşkêşkirin.

​​​​​​​Meclisa Hecînê ji bo gundewarên rojhilatê Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê pêşkêş kirin
​​​​​​​Meclisa Hecînê ji bo gundewarên rojhilatê Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê pêşkêş kirin
​​​​​​​Meclisa Hecînê ji bo gundewarên rojhilatê Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê pêşkêş kirin
​​​​​​​Meclisa Hecînê ji bo gundewarên rojhilatê Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê pêşkêş kirin
​​​​​​​Meclisa Hecînê ji bo gundewarên rojhilatê Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê pêşkêş kirin
28 îlon, 2020   09:55
DÊRAZORÊ

Endamên meclisên herêmî yên gund û navçeyên girêdayî Hecînê, endamên Komîteya Aborî ya Meclisa Gel a Hecînê û gelek şênî tev li civînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Meclisa Gel a bajarok aliyê xizmetguzarî bi giştî û bi taybetî aliyê çandiniyê û çawaniya pêşxistina warê xizmetguzariyê li herêmê nirxand.

Piştre hevserokê Meclisa Gel a gundê Miraşde Esed El-Dexîl behsa paşketina çandiniyê Ii herêmê kir, nexasim piştî kêmkirina dewleta Tirk asta herikîna ava çemê Firatê.

Esed El-Dexîl bang li Meclisa Sivîl a Dêrazorê kir ku di çarçoveya amadekariyên mewsima zivistanê de semad û tov ji cotkaran re pêşkêş bike. Her wiha piştrast kir ku herî zêde pêwîstiya cotkaran bi çalakkirina kooperatîfên çandiniyê û ji nû ve restorekirina projeyên avdanê heye.

Beşdaran di civînê de kêmbûna nan li gundewarên rojhilat nîqaş kir û banga zêdekirina miqdarên ard ku li firinan tê belavkirin, kir da ku pêdiviyên şêniyan bi taybet bi hatina zivistanê re peyda bibin.

Hevserokê Komîteya Aborî ya Meclisa Gel a Hecînê Ehmed El-Nûrî diyar kir ku di dema bê de dê stasyonên avdanê yên bi eleketrîkê yan jî yên bi jeneratoran dixebitin, werin restorekirin. Stasyonên bi eleketrîkê dixebitin dê eleketrîkê bigihînin wan, yên bi jeneratoran jî dixebitin dê madeyên sotemeniyê jê re peyda bikin.

El-Nûrî têkildarî kêmbûna nan jî bal kişand ser xebatên avakirina aşeke navendî li gundewarên rojhilat mîna aşa ku li gundewarên rojhilat hatiye vekirin, da ku azarên gelê herêmê bi dawî bibin û nan peyda bibe.

Her wiha bi armanca pêşxistina herêmê gelek projeyên xizmetguzariyê wekî restorekirina torên elektrîkê li gundewarên rojhilat û qîrkirina rêyan li gundewarên rojhilat, hatin nîqaşkirin.

şx

ANHA