Kongreya Star li Kobanê qirkirina siyasî ya li Bakur û Tirkiyê şermezar kir

Şaxê Kongreya Star a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê pêngava destgîrkirina endamên HDP`ê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku mudaxele bike û sînorekî ji sûcên dewleta Tirk ên li dijî siyasetmedarên Kurd deyne.

Kongreya Star li Kobanê qirkirina siyasî ya li Bakur û Tirkiyê şermezar kir
28 îlon, 2020   10:03
KOBANÊ

Dewleta Tirk 25`ê mehê li Tirkiyê bi hinceta ku hin siyasetmedarên Kurd beşdarî xwepêşandanên 2014`an bûne, dest bi hemleya destgîrkirinê li dijî wan kir. Di encamê de 28 kesayetên Kurd girt. Çeteyên DAIŞ`ê 2014`an êrişî bajarê Kobanê kir û bi armanca şermezarkirina van êrişan endamên HDP`ê tev li xwepêşandanên piştgiriya Kobanê bûn.

Kongreya Star a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê hemleya destgîrkirina siyasetmedarên Kurd û serokên şaredariyan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şermezar kir. Endama Koordînasyona Kongreya Star şaxê herêma Firatê Rewşen Hacim li qada Jina Azad a Kobanê û bi beşdariya bi dehan endam û rêveberên kongreyê ku alên Kongreya Star û wêneyên şehîdan rakiribûn, daxuyanî xwend.

Rewşen Hacim diyar kir ku dewleta Tirk her tim hewl dide vîna gelên azadîxwaz bişikîne. Rewşen wiha domand: “Divê dewleta Tirk dev ji hemleyên destgîrkirina Kurdên ku piştgiriya birayên xwe yên li Kobanê kirine dema bajar rastî xetereya qirkirinê ji hêla DAIŞ`ê ve dihat, berde. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku mudaxele bike û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk ên li dijî azadîxwazan bigire.”

Rewşen Hacim di dawiya daxuyaniyê de got ew Koordînasyona Kongreya Star piştevaniya Kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dikin, mîna ku çawa piştgiriya şêniyên Kobanê di şerê li dijî DAIŞ`ê de kirine.

Di dawiya xwendina daxuyaniyê de beşdaran sloganên silavkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê, berxwedana jinan û dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1J9pyLLltUs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>