Balafirên dewleta Tirk careke din Başûrê Krudistanê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Berwarî ya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Balafirên dewleta Tirk careke din Başûrê Krudistanê bombebaran kir
28 îlon, 2020   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, herêma Berwarî Bala ya dikeve ser Amêdiyê bombebaran kirine.

Gorî agahiyan agirek mezin bi çiyayê Metînayê ketine û heya niha nayê zanîn ku di encama bombebaranê de, ziyanek canî çêbûye yan na.