Serkeftina projeya çandiniyê hişt ku projeyên berfirehtir pêk bên

Hilberîna mewsima yekemîn a cotkaran baş hat, ji ber vê projeyên xwe yên çandiniyê berfireh kirin û dixwazin xizmeta şêniyên herêmê bikin.

Serkeftina projeya çandiniyê hişt ku projeyên berfirehtir pêk bên
Serkeftina projeya çandiniyê hişt ku projeyên berfirehtir pêk bên
Serkeftina projeya çandiniyê hişt ku projeyên berfirehtir pêk bên
Serkeftina projeya çandiniyê hişt ku projeyên berfirehtir pêk bên
Serkeftina projeya çandiniyê hişt ku projeyên berfirehtir pêk bên
17 îlon, 2020   08:32
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Pisporên çandiniyê yên ji kantona Efrînê ya dagirkirî destpêka salê bi alîkariya komîteya çandiniyê ya Desteya Aborî ya Kantona Hesekê, li gundê Hemra yê bakurê navçeya Til Temirê projeyên hingaran vekirin.

Projeya çandiniyê ji 9 hektaran an jî hingarên sebzeyên demsala zivistanê pêk tê û ji bo sebzeyên demsala havînê jî 20 donim hatiye veqetandin.

Bi armanca sebzeyan li bazarên herêmê bi nirxekî kêm bifiroşin, rê li pêşiya firotina li bazarên derve û bi nirxekî buha bigirin, derfetên kar zêdetir bikin, alîkariya şêniyên herêmê bikin û aboriya wê geş bikin, gelek cureyên sebzeyan tên çandin.

Pisporê çandinî û çavdêrê hingaran Ismaîl Etono ji koçberên Efrînê ye got piştî mewsima yekemîn a çandina sebzeyên demsala zivistanê baş hat û derdora 20 ton li bazarê hat firotin, cotkaran careke din di hingaran de sebzeyên zivistanê çandin.

Etono diyar kir ku wan di mewsima par de zehmetî nekişandin, tenê demsala zivistana par zêde sar bû û ew bi rêya sotemeniyê çareser kir, lê di dawiyê de hilberîn baş bû û li bazara Til Temir û bazarên Hesekê hat firotin.

Etono destnîşan kir ku mewsima niha dest pê kirine dê heta meha 5’an sala were dewam bike û wiha axaftina xwe dewam kir: "Me firingî, xiyar, xirtik, bacanên reş û îsot çandine û bi rezazê av didin."

Ismaîl Etono da zanîn ku projeya hingaran ji bo şêniyên herêmê xwedî sûdmendiyeke baş bû, sebze bi nirxekî kêm li bazaran dihat firotin û rê li pêşiya kirîna ji bazaran derve hat girtin.

Ismaîl Etono ev yek li gotina xwe zêde kir: "Armanca projeyê alîkariya şêniyên herêmê ye, da sebzeyên xwe ji derve nekirin û derfetên kar ji wan re peyda bibin. Her wiha bang li tevahî cotkaran dikim ku li malên xwe sebzeyan biçînin û ji bo geşkirina aboriya herêmê projeyan vekin."

Di dawiyê de Ismaîl Etono eşkere kir ku serkeftina projeyê hişt ku ew projeyê mezintir bikin û ji bo alîkariya her kesê ku dixwaze projeyên çandiniyê deynin, alîkariya şêniyên herêmê bikin, ew amade ne.

eh

ANHA