Çalakiya li Reqayê bi daxuyaniyekê bi dawî bû

Şêniyên bajarê Reqayê û gundewarên wê ev du roj in li dijî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser xak û gelê Sûriyê konê çalakiyê vegirtiye û îro bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bi dawî kir.

Çalakiya li Reqayê bi daxuyaniyekê bi dawî bû
Çalakiya li Reqayê bi daxuyaniyekê bi dawî bû
Çalakiya li Reqayê bi daxuyaniyekê bi dawî bû
Çalakiya li Reqayê bi daxuyaniyekê bi dawî bû
17 îlon, 2020   09:04
REQA

Di roja duyemîn de şêniyên Reqa û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî çalakiya xwe  ya şermezarkirina sûcên li dijî xaka Sûriyê berdewam dikin. Meclisên gel û gundewarên wê ev çalakî rêxistin kirine.

Di  çalakiyê de deqak rêzgirtin hate gitin, paşê bi navê gundewarê rojhilatê Reqayê Hevseroka Meclisa Herêma Keramê Reqiya Mihmed, bi navê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Rêveberê bi navê Hazim Derwîş, bi navê Meclisa Qanûnsaz a Reqayê Nedîm Ehmed û bi navê Meclisên Gel ên Reqayê Nûr Mihmed axaftin hate  kirin.

Di nava axaftinan de, sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser xaka Sûriyê û guhartina demografiya herêmên dewleta Tirk dagirkirine hate şermezarkirin.

Her wiha kesên axivin dane zanîn ku dewleta Tirk dixwaze sûdê ji xêr û bêra Sûriyê nexasim Bakurê Sûriyê bigire, her wiha ji beriya sedên salan kînê li hemberî gelê Kurd dikişîne.

Piştî  çalakî bi dawî bû, beşdaran daxuyanî da. Endamê Meclisên Gel ên li Reqayê Lûay El-Îsa daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji bo sekna li hemberî artêşa Tirk û çeteyên wê û şerê taybet ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşînin, em îro bi hemû beşên civakê beşdarî vî konî bûne.

Hin herêm ji bo rizgarkirina ji artêşa Tirk amade ne berdêlan bidin û em jî îro dibêjin ku dema em li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî bi ser bikevin em ê bêjin em li Reqayê bi ser ketin, ji ber vê dê şer heta rizgarkirina xakê ji dagirkeriyê berdewam be.

Di heman demê de dibêjin ku bêdengiya navneteweyî ji êrişênn li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê destekê dide artêşa Tirk ku hîn zêdetir êriş bike, ji ber vê divê rêxistinên mafnas û dewletên navneteweyî helwestekê bidin û li hemberî hikumeta Tirkiyê bisekinin.

Di dawiyê em soz didin şehîdan û malbatên wan ku em asta têkoşîna xwe bilind bikin û mafên gelên xwe ji dagirkeran bistînin."

(eh)

ANHA