Cara yekemîn li Kobanê pêşbirka behreyên zarokan

Komek ji hunermendan li Kobanê bi hedefa piştevanî, geşkirina behreyên zarokan û naskirina dengên wan, pêşbirkeke stranan bi rêya înternetê li dar xist û gelek zarok beşdar bûn.

Cara yekemîn li Kobanê pêşbirka behreyên zarokan
17 îlon, 2020   08:30
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

Pêşbirka Stêrkên Pêşerojê ya ku cara yekemîn li Kobanê dest pê kiriye, tê de nêzî 150 zarokên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene.

Di pêşbirkê de zarokên Kurd stranên xwe dişînin rûpela Debgê Kobanê.

Komîteya Kontrolkirinê ya ji 4 çavdêran pêk tê bi rêya facebookê û onlinê nirxandinên dengan û pêşniyar navên serkeftî dikin.

Beşdar bi coş û eşqekê stranên xwe distêrin ku bigihînin dawiya pêşbirkê. Da ku vedoekilîbek an jî alaveke muzîkê wergirin. Ew jî li gorî bernameya komîteya çavdêrî diyar dike.

Hunermend Seidûn Kobanê ku endamê komîteya nirxandinê ya Pêşbirka Stêrkên Pêşerojê ye wiha got: "Di demeke ku korona li cîhanê belav bûye, armanca me ji vê pêşbirkê bişirînekê , li ser rûyên zarokên herêmê çêkin. Ev zarok ne nexweşî ne jî pandemiyan dizanin. Hêvî dikin ku pêşbirk bibe piştevaniyeke moralê ji wan re."

Kobanê wiha domand: "Em hewl didin dengên ciwan û xweşik di nava zarokan de keşf bikin. Me texmîn nedkir ku ewqas dengên xweş ên zarokan derkeve."

Seidûn Kobanê li ser merheleyên pêşbirkê wiha eşkere kir: "Bernameya pêşbirkê ji 4 merheleyan pêk tê. Me merheleya yekemîn derbas kir. Me ji 5’ê Tebaxa borî de û heta 5’ê Îlonê dest bi merheleya deng kir. Me nêzî 150 zarok ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşwaz kirin. Her wiha merheleya duyemîn 50 zarok ji wan tê hilbijartin. Piştî wê hejmar dibe 25 heta bigihîne 12’an. Li dawiyê jî tenê 4 zarok dimînin."

Seidûn Kobanê wiha bi dawî kir: "Li zarokên serkeftî alavên muzîkê tên belavkirin. Her wiha ji wan re videokilîbek taybet ji bo berdewamkirina geşkirin behreyên xwe tê çêkirin."

Komîteya amadekar merheleya yekemîn a pêşbirkê bi dawî kir û niha dê merheleya duyemîn jî bi dawî bike.

Pêşbirk di merheleya duyemîn de, ligel zexmbûna hejmara beşdarên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û zarokên ji ber şer koçber bûne, didome.

fr

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4z7swOOMrXQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>