Welatiyên Misirê yên revandî hatin rizgarkirin

Hikumeta Misirê ragihand ku gelek welatiyên Misirê ku di demên berê de li Lîbyayê hatibûn revandin, rizgar kirin û ew vegerandin Misirê.

Welatiyên Misirê yên revandî hatin rizgarkirin
17 îlon, 2020   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Misirê diyar kir ku ev pêngav di encama keda istîxbarata giştî ya Misirê de ku ji bo ewlehî û parastina welatiyên Misirê li Lîbyayê dixebit, pêk hatiye.

Her wiha hikumetê destnîşan kir ku bi koordîneya hêzên ewlekariyê yên Lîbyayê, saziyên pêwendîdar li Lîbyayê gelek welatiyên Misirê ku berê hatibûn revandin, rizgar kirin û ew vegerandin Misirê.

oh