PYD’ê hemleya ‘Parastina destkeftiyên şoreşê’ ragihand

Bi hedefa rizgarkirina herêmên dagirkirî yên Sûriyê, PYD’ê hemleya bi dirûşma "Na ji dewleta Tirk a dagirker re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re" ragihand, her wiha bang li tevahî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember dewleta Tirk a dagirker serî hildin.

PYD’ê hemleya ‘Parastina destkeftiyên şoreşê’ ragihand
14 îlon, 2020   11:22
KOBANÊ

Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) li herêma Firatê bi daxuyaniyekê destpêkirina hemleya "Na ji dewleta Tirk a dagirker re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re" ragihand. Daxuyanî li Qada Jina Azad a Kobanê bi beşdariya endamên partiyê hat dayîn.

Hevserokê Meclisa PYD’ê ya herêma Firatê Ehmed Şêx daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

"- Em PYD bi hedefa rizgarkirina tevahî herêmên Sûriyê ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan dagir kirine, dest bi hemleya"Na ji dewleta Tirk a dagirker re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re" li herêma Firatê dest pê dikin.

-Parastina xak, rûmet, civak, dîrok, jiyana azad, têgihiştin, destkeftiyên şoreşê û garantiya wê ye.

-Têkoşîna li dijî dagirkeriyê û tevahî dijminên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Sûriyê.

-Birêxistkirin û tevgerîna hêzên me yên çandî, civakî, rêxistinî û aktîfkirina wan.

-Derketina ji merheleya parastina sist û derbasbûna li merheleya nû ya parastina giştî û hevgirtî.

-Hemleya me civakî, rêxistinî, siyasî û serhildana sivîl e.

-Hemleya me, hemleyeke nîştimanî û demokratîk bi kesayeta azad û civaka azad ve girêdayî ye.

-Ev hemle ne demkî ye, lê belê heta serkeftinê berdewam e, da ku mafên gel li ser tevahî astan û li gorî peyman û mîsaqên navneteweyî mîsoger bikin.

-Dijmin sereke ji gelê me re, dagirkirina Tirk ji xaka Sûriyê re ye û di serî de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

-Siyaseta dijminahî ya ku dewleta Tirk pêk tîne, di helwestekê de ye ku kes dexesiyê lê nake, her wiha li pêş civaka navneteweyî bi tenê ma. Her wiha hişt ku azarên pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî li ser asta hundirîn û bi civaka navneteweyî re bikişîne, êdî di her kêliyekê de li astên hundirîn û derve li ber teqînê ye.

-Bi vê siyasetê, êdî encamên wê hilweşîna dewleta Tirk a faşîst e, ev hemle jî dê bi lez hilweşîne.

-Hêzên siyasî yên navneteweyî yên hegamon êdî li ber guhartina nexşeya erdnîgarî û siyasî ya li Rojhilata Navîn in. Ev jî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e ku van planan pêk bînin. Lê heta niha biryara çarenûsa gelê Kurd û garantiya mafên wê yên rewa li xaka wê ya dîrokî, nedane. Ji lew re divê em bi rêya vê hemle û hêzên xwe yên cewherî, siyasî û vîna azad hedefên xwe di mafên rewa de mîsoger bikin.

-Divê bi rêya vê hemleyê azadiyê mîsoger bikin û dê li tevahî herêman belav bibe, her wiha divê azadiya kesên bi vê rêgez û hedefên projeya neteweya demokratîk, a biratiya gelan û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de bawer dikin, mîsoger bikin. Her wiha divê ev yek bibe ajoya ji bo pêkanîna yekitiya nîştimanî ya kurd û Sûriyê.

-Banga me ji tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo şêniyên herêma Firatê, ji bo bajarê berxwedan û şehîdên Kobanê, ji tevahî partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û ji pêşengên civakê ciwan û jinan re ew ku tev li vê hemleyê bin. Bi rihê şoreşgerî berdewam bikin, bi rihê têkoşînê ji bo tolhildana şehîdên şoreşê, rihê berxwedana Kobanê, berxwedana Heftanînê tev bigerin, da ku hedefên vê hemleyê pêk bîne, her wiha rêber Abdullah Ocalan serbest berdin û di nava xwe de azad bibînin."

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina şoreşa Rojava, berxwedana Heftanînê, berxwedana girtîgehan û şehîdan bi dawî bû. Berpirsên partiyê yên li herêmê agahiyên li ser hemleyê yan jî bernameya wê, eşkere nekirin.

(fr)

ANHA