Endamekî Heyva Sor a Tirk li bejahiya Helebê hat kuştin

Di êrişa li ser bejahiya bakurê rojhilatê Helebê de endamekî Heyva Sor a Tirk hat kuştin û yek jî birîndar bû. Her wiha hêzên hikumeta Şamê jî dîsa çiyayê Zawiyê topbaran kir.

Endamekî Heyva Sor a Tirk li bejahiya Helebê hat kuştin
14 îlon, 2020   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku çekdarên nenas gule li erebeya girêdayî rêxistina dewleta Tirk a sivîl li gundê Til Betal a ku dewleta Tirk û çeteyên dagir kiriye ya li bejahiya bakurê rojhilatê Helebê, reşandin. Di encamê de karmendekî Tirk hate kuştin.

Li aliyekî din jî hêzên hikumeta Şamê dîsa herêmên Fitêra, Kensefra, Sifohin, derdora Kefer Uwêd û Filêfil topbaran kirin. Di heman demê de jî dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumetê li derdora çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kirin, lê tu agahiyên li ser ziyanên canî bi dest neketin.

(fr)