Şewata li bendera Beyrûtê hate vemirandin

Şewata ku duh li bendera Beyrûtê çebûbû, hate vemirandin. Tê zanîn ku beriya mehekê teqîneke mezin li benderê rû dabû.

Şewata li bendera Beyrûtê hate vemirandin
11 îlon, 2020   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Parastina Sivîl a Lubnanê daxuyand ku bi şevê karkeran kar kir, dever sar kir da ku careke din agir pênekeve û vê sibê şewat bi temamî hate vemirandin. 

Polîsan diyar kir ku têkiliya herî kêm 20 kesan bi şewata li benderê heye, ji wan yek berpirsê şîrketa BCC ye.

Ji ber şewatê, Meclisa Bilind a Parastinê duh civînek li dar xist û berpirsên ewlekariyê raporên îşaretê bi sedema rûdana şewatê dikin û pêşniyarên têkildarî çareseriyê pêşkêş kirin.

Serokkomar Mîşel Ewn banga avakirina komîteyekê ku ji wezîr, nûnerên saziyên ewlekariyê û rêveberiya benderê pêk were, kir û ji komîteyê xwest ku rêxistina karê benderê diyar bike.

(eh)