Dîmenên çalakiyeke gerîla ya Heftanînê hate weşandin

Gerîla TV dîmenên çalakiya gerîla ya 3’yê Îlonê ya li qada Xantûrê ya Heftanînê weşandin. Di çalakiyê de leşkerekî Tirk hatibû kuştin.

Dîmenên çalakiyeke gerîla ya Heftanînê hate weşandin
11 îlon, 2020   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hêzên me 3’ê Îlonê saet di 11:10’an de li Girê Muhabere yê qada Xantûrê, li kepçeyeke artêşa Tirk a dagirker xistin, ku li qadê çeper dikola. Di çalakiyê de kepçe hate îmhakirin û dagirkerê ku kepçe bi kar dianî hate cezakirin.”

https://gerilatv.com/uploads/videos/3e7998f28_720.mp4