‘Ruxmî nakokiyên li ser desthilatê têkiliyên çandî di navbera pêkhateyan de zindî bûn’

Di panela MSD`ê de Ebdulqadir Miwehed destnîşan kir ku ruxmî nakokiyên li ser desthilatê têkiliyên çandî di navbera pêkhateyan de çêbûn, xwedî taybetmendiyên hevgirtî bûn û cudahî li pêşiya têkiliyên dostanî û biratî nebûn asteng.

‘Ruxmî nakokiyên li ser desthilatê têkiliyên çandî di navbera pêkhateyan de zindî bûn’
‘Ruxmî nakokiyên li ser desthilatê têkiliyên çandî di navbera pêkhateyan de zindî bûn’
‘Ruxmî nakokiyên li ser desthilatê têkiliyên çandî di navbera pêkhateyan de zindî bûn’
‘Ruxmî nakokiyên li ser desthilatê têkiliyên çandî di navbera pêkhateyan de zindî bûn’
‘Ruxmî nakokiyên li ser desthilatê têkiliyên çandî di navbera pêkhateyan de zindî bûn’
11 îlon, 2020   10:44
HESEKÊ

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi dirûşma ‘Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo şêniyên Cizîr û Firatê’ panelek li bajarê Hesekê li dar xist. Zêdetirî 500 kesayetên siyasî, êl û civakî tev li panelê bûn. Panel hate niha berdewam e.

Di panelê de mijara yekemîn têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên herêmê de û rola wê di avakirina Sûriyeya pêşerojê û rola pêkhateyên Sûriyê di xurtkirina wan têkiliyan de ji hêla lêkolînerê dîrokî û endamê meclisa serokatiya MSD`ê Ebdulqadir Miwehed ve hate gotûbêjkirin.

Miwehed diyar kir ku ruxmî taybetmendiya jiyan û hevkariya giştî ya di navbera gelên herêmê de, lê ev têkilî li gorî rewşên siyasî, aborî û civakî dihatin guhertin û di qonaxên gelek dijwar re ku civakên herêmê rastî nakokiyên xeternak hatin, derbas bûn.

Miwehed destnîşan kir ku ruxmî wê jî lê têkiliyên çandî di navbera civakê de xurt bûn û xwedî taybetmendiyeke hevgirtî bû û ev cudabûn rastî teqdîrekê hat û li pêşiya têkiliyên dostanî û biratî nebû asteng. Miwehed destnîşan kir ku li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî, ji mafên gelên herêmê ye ku çaranûsa xwe diyar bikin.

Miwehed wiha domand: “Bikaranîna tundî û rêbazên leşkerî, şer û çekdarî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê negihaşt serî. Tu alî bi rêya vê rêbazê armancên xwe pêk neanîn. Lê belê rewşa welêt aloztir kir.”

Miwehed got ji ber van sideman bi taybet têkiliyên di navbera gelên herêmê de li ser bingeha dîrok, erdnîgarî, şaristanî, civakî, çandî û malbatî û berjewendiyên hevpar, divê diyalog bibe rêbaza bingehîn a peydakirina çareseriyên mayînde û adil li ser bingeha rêveberiya hevpar ji bo avakirina Sûriyê ji hemûyan re û wiha pê de çû: “Divê ev diyalog li ser tevahiya astan, zanisît, çandî û fikrî be bi şêwazekê ku asoyeke nû li ser bingeha rastî, drustî, rexne û rexnedanê ava dike.”

Panel berdewam dike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PFwGKo9kWOE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>