Kevana Zêrîn a Efrînê ji nû ve xwe bi rêxistin dike

Piştî navbera ji ber vîrusa Koronayê, Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê çalakiyên xwe ji nû ve bi rêxistin dike û pêngava "Vejandina rojên berê" didomîne. Her wiha klîbekê bi navê "Gundê Me" amade dike.

Kevana Zêrîn a Efrînê ji nû ve xwe bi rêxistin dike
11 îlon, 2020   04:11
ŞEHBA – LÎNDA ŞÊX

Pêngava Kevana Zêrîn a bi navê "Vejandina rojên berê" ya ku balê dikişîne ser çanda dayikên Efrînê bi eleqeya şêniyan hate nîşandan.

Her wiha klîba nû ya bi navê "Gundê Me", ya yekemîn e ya Tevgera Kevana Zêrîn. Mijara klîbê ji cîhanê re îsbat dike ku zarok gundê xwe yê tê de mezin bûye ji bîr nake.

Tevgera Kevana Zêrîn ji 15 koman pêk tê; 3 muzîk, 2 dîlanên mezin û zarokan, 1 şano, 4 saz, 2 keman, 2 gîtar.

Li ser mijarê, Endama Rêveber a Tevgera Kevana Zêrîn Gunay Mistefa got: "Wekî tê zanîn vîrusa koronayê li hemû herêman belav bû, ji ber vê me nekarî xebatên xwe temam bikin."

Gunay wiha domand: "Çalakiya me bi pêngava 'Vejandina rojên berê' dest pê kir. Di vê çalakiyê de me xwest bi rêya dayikan çanda efrînî ji çandinî, çand û huner, kevneşopiyê bidin naskirin. Ji ber ku dayik van diafirîne û vediguhêze nifşên bê. Her herêmek xwedî çandeke taybet e. Ji ber wê me xwest pêngava xwe heta dawiya sala 2020'an dewam bikin. Me rojek di her mehê de ji vê çalakiyê veqetandiye."

Têkildarî klîba "Gundê Me", Gunay got: "Rexmî derfetên kêm me video klîbek ji bo zarokên navçeya Şêrawayê bi navê 'Gundê Me' amade kir. Mijara klîbê ji cîhanê re îsbat dike ku çiqas zarok ji gundê xwe û cihê dayikbûnê xwe qut bibe, lê ji bîr nake."

Gunay Mistefa axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Karê me yê vê mehê ev bû. Ji ber vîrusa koronayê rojên berê vala derbas bûn. Em hewl didin ku rojên bê dagirtî be, da ku morala xurt di nava Tevgera Kevana Zêrîn û tevahî civakê biçînin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/L9a1kaAWegc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>