ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-09-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-09-2020`AN
10 îlon, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Konferansa Yekemîn a Tenduristiya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Rimêlan li dar dikeve, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê got: "Ya ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî dike niyeta wê ya çewistandina nasnameya çandî û şaristanî ya taybet bi herêmê eşkere dike." Her wiha destnîşan kirin ku armanca sereke ya dewleta Tirk guhertina demografiya herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe li herêmên ku dagir kirine zêde kirine da ku şêniyên resen tengav bikin û wan neçarî koçberiyê bikin. Bi vê hewl didin herêmên di bin dagirkeriya xwe de berfireh bikin û hebûna xwe li Sûriyê mayinde bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Tevgerên metirsîdar ên "Partî Demokratî Kurdistan" zêde bûn. Ji ketina artêşa Tirk a dagirker bo Başûrê Kurdistanê bigire heta hevdîtina Nêçîvan Barzanî û Erdogan û sorkirina li dijî Konseya Civaka Kurdistanê, pirsan li ser planên vê partiyê derdixe holê. Rojnamevan Azîz Koyluoglu di wê baweriyê de ye, "PDK ji bo têkbirina tevgera rizgariya Kurdistanê, bûye amûrek di destê dagirkeran de." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso got: "Tecrîda ku Tirkiye li ser Rêber Ocalan ferz dike, şêwazekî şerên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd ê li seranserê Kurdistanê ye. Tirkiye baş dizane ku çareserî li Îmraliyê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li Minbic û Kobanê berhevkirina fisteqên helebî bi dawî bû. Li gorî cotkaran berhemê îsal baş bû, lê nirxê firotinê gelekî kêm e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundê Ebu Sira roj û şevên xwe di nav xetereyeke mezin de derbas dikin û bi israr in ku di malên  xwe de bimînin û dagirkeriya Tirk li ser xaka xwe qebûl nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).JIN

- Rêveberî û endamên saziyên jinan ên kantona Hesekê û bajarê Reqayê zêdebûna tundiya li dijî jinan li herêmên dagirkirî, şermezar kirin û diyar kirin ku pêwîst e rêxistinên girêdayî parastina mafên jinan ji nû ve dosyayên jinan bigirin nava dozên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Piştî navbera ji ber vîrusa Koronayê, Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê çalakiyên xwe ji nû ve bi rêxistin dike û pêngava "Vejandina rojên berê" didomîne. Her wiha klîbekê bi navê "Gundê Me" amade dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cihên dîrokî û muzexaneyên li seranserê herêmên Sûriyê di aloziya ku 2011`an de dest pê kiriye, hatine rûxandin, hinek cih hatin talankirin û binpêkirinên mezin li dijî mîrasê şaristaniyê û dîrokî yê Sûriyê ku dîroka Sûriyê bi giştî temsîl dike, pêk hatin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Berpirsên Mîhrîcana Lêlûn a Sînameya Navdewletî amadekariyên pêşandana fîlam didomîne. Komîteyê dest bi wergerandina fîlmên ku dê werin pêşandan bi zimanê erebî û kurdî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA