​​​​​​​Wîfaq ketiye nakokiyan: El-Serac berpirsên ewlehiyê diguhere

Serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac rayedarên milîsên xwe yên li dijî wezîrê hundirîn Fethî Paşa Axa ji bo saziyên ewlehiyê wezîfdar kir. Milîsên li Misratayê nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.

​​​​​​​Wîfaq ketiye nakokiyan: El-Serac berpirsên ewlehiyê diguhere
10 îlon, 2020   19:45
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Serac îro, biryarek da. Li gorî biryarê fermandarê milîsên "Desteka navendî" Îmad El-El-Terablusî dibe cîgirê serokê cîhazê îstîxbaratê û fermandarê milîsên "Hêzên Bersivdanê" Lutfî El-Herarî dibe cîgirê serokê dezgeha ewlehiya hundirîn.

El-Terablusî û El-Herarî ji fermandarên girîng ên nêzî El-Serac in û li dijî wezîrê hundirîn Fethî Paşa Axa ne.

El-Trablusî, ji bajarê Zentan e, fermandarê hêzên operasyonên taybet ên li başûrê rojavayê Terablusê bû. Di raporeke Neteweyên Yekbûyî ku sala 2018'an derbarê Lîbyayê de hatibû belavkirin, hate diyarkiri ku destê El-Terabulsî di qaçaxçitiya sotemeniyê de hebû, berê di nava hêzên Zentan li djiî hêzên "Fercir Lîbyayê" de şer kir. Her wiha serkêşiya milîsên "Sewaiq" kir ku sala 2014'an li dijî hêzên li bajarê Misratayê şer kir.

Lutfî El-Herarî, ji fermandarên milîsên ku şansê baweriya El-Serac wergirtiye û cîgirê serokê milîsên "Qiwet El-Redai" e ku Ebdulxenî Keklî serokatiyê wê dike. Tê gotin ku sûcên revandinê li Terablusê pêk anîne.

Milîsên bajarê Misratayê yên alîgirên Paşa Axa, nerazîbûn nîşanî gava El-Serac dan. Hêzên "Operasyona Burkan El-Xedeb" yên girêdayî Wîfaqê ku piraniya fermandarên wê ji Misratayê ne, soza bersivdayînê dan. Di daxuyaniyeke xwe de gotin "Fayiz El-Serac biryarên wezîfdarkirinê dan, bêyî ku li endamên meclisê vegere."