Yekitiya Jinên Ciwan dest bi çalakiyên 'Ji kuştina zarokan re na' kir

Bi armanca şermezarkirina sûcên li dijî jin û zarokên li herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma "Ji kuştina zarokan re na" dest bi rêzeçalakiyên li asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Yekitiya Jinên Ciwan dest bi çalakiyên 'Ji kuştina zarokan re na' kir
10 îlon, 2020   09:34
QAMIŞLO

Îro Yekitiya Jinên Ciwan li kampa Newroz a bajarê Dêrikê û bi beşdariya bi dehan zarokên li kampê çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de zarokan "Ji kuştina zarokan re na" li ser paçekî spî nivîsand. Bi vê yekê zarokan şermezarkirina bêdengiya rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên zarokan ên cîhanê ji sûcên li dijî zarokên li herêmên dagirkirî tê meşandin, nîşan dan.   

Beriya niha di hin dîmenên torên civakî de diyar dibû ku çeteyek ji çeteyên dewleta Tirk li zarokekî ku hîn jîr dimije dixe, da ku li hemberî serbestberdana wî fîdyeyan ji malbatê bixwazin. Vê bûyerê li ser dezgehên medyaya civakî deng veda û hêrsa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rakir.

Tê payîn ku çalakiyên wiha li piraniya bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin lidarxistin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/B6-D0ndbAP4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>