YPG’ê salvegera damezirandina Radyo Rojava û kovara Parêzvanên Rojava pîroz kir

YPG’ê bi peyameke nivîskî salvegera Radyo Rojava û kovara Parêzvaên Rojava pîroz kir û da zanîn ku “Em di şexsê şehîd Heqî Bagok ê damezirînerê Radyo Rojava û kedkarê kovara Parêzvanên Rojava de, tevahî şehîdên xeta çapemeniya azad, şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi bîr tînin.”

YPG’ê salvegera damezirandina Radyo Rojava û kovara Parêzvanên Rojava pîroz kir
10 îlon, 2020   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi boneya salvegera damezirandina Radyo Rojava û kovara Parêzvanên Rojava peyameke pîrozbahiyê weşand. Di peyamê de wiha hate gotin:

“Radyoya Dengê Rojava, 4 sal bê navber bû dengê şoreşa Rojava, lehengiya şervanên azadiyê ji gel re ragihand û di xeta çapemeniya azad de bi israr ala heqîqetê hejand. Di şoreşa Rojava de her ku pêşketin û destkeftî hatin destxisti, bi xwe re gavên nû jî anîn. Yek ji van gavên girîng û binirx jî ku bi pêşengiya fermandarê nemir şehîd Herekol (Husên Çawîş) û şehîd Heqî Bagok hat avêtin, damezirandina kovara Parêzvanên Rojava di 10 Îlona 2015’an de bû. Ev destkeftî û nirxên ku hatin avakirin bêguman dijminên gelê Kurd jî har û dîn kiribûn. Ev yek di dîrokê da jî bi mînakên bêtehemuliyên mêtinger û qirkerên li welatê me tijî ye.

Di 25’ê Nîsana 2017’an de ev çavsoriya faşîzma Tirk careke din xwe li Qereçoxê dabû der. Êrişa hovane armanc dikir ku çapemeniya azad bê deng bike, raya giştî ji agahiyên pêşketinên şoreşê bê par bihêle û dengê şoreşa Rojava sar bike. Hêzên hegemon ên navneteweyî wekî her carê li hember vê çavsoriyê jî bê deng man û lê temaşe kirin. Di serdemekê de ku wan dixwest dengê şoreşa gelan bilind nebe, ev êriş li gorî berjewendiyên wan bûn jî. Ruxmê vê jî Radyoa Dengê Rojava û kovara Parêzvanên Rojava xebatên xwe domandin.

Rêwîtiya ku di sala 2013’an de li Çiyayê Qereçox hate destpêkirin, em bi hêz, bîr û baweriya ku me ji şehîdan girtiye didomînin.

Radyoya Dengê Rojava ku di sala 2017’an de li Qereçoxê bû hedefa artêşa dagirker a Tirk, salek piştî wê careke din hate avakirin û ruxmê êrişan dengê xwe digihîne her çar parçeyên welat û tevahî bakurê Sûriyê. Em îro du salan li pey xwe dihêlin û derbasî sala sêyemîn dibin. Bi vê boneyê, em di şexsê şehîd Heqî Bagok ê damezirînerê Radyo Rojava û kedkarê kovara Parêzvanên Rojava de, tevahî şehîdên xeta çapemeniya azad, şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi bîr tînin. Vê rojê em di serîda li rêber Apo, li gelê xwe yê welatparêz, li şehîdên şoreşê û li şehîdên çapemeniya azad pîroz dikin.”