Yewnanistan: Divê cezayên bibandor li Enqereyê bên birîn

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis diyar kir ku ger Enqere keştiyên xwe ji herêmên nakok ên Rojhilatê Deryaya Spî nekişîne, divê Yekitiya Ewropayê cezayên bibandor lê bibire.

Yewnanistan: Divê cezayên bibandor li Enqereyê bên birîn
10 îlon, 2020   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Her du hevalbendên NATO`yê Tirkiye û Yewnanistan li sînorên Deryaya Spî di nava rageşiyê de ne.

Li gorî Reutersê Mitsotakis diyar kir ku pêwîstiya wan bi diyalogan heye, lê ne di bin gefên çekan de û wiha lê zêde kir: "Ê ku gefan li ewlehî û istîqrara welatê me dixwe, ew gefan li hemû dewletên ku endamên Yekitiya Ewropayê dixwe."

Tê payîn ku lîderên Yekitiya Ewropayê di vê mehê de bersiva dewleta Tirk bidin. Her wiha serokwezîrê Yewnanistanê got heke dewleta Tirk keştiyên xwe yên şer nekişîne, divê cezayên bibandor lê werin birîn.

(oh)