​​​​​​​Narîman Ehmed: Gelo girtina endamên Tevgera Azadî bi daxwaza Tirkiyê ye?

Endamê Desteya Serokatî ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Narîman Ehmed bal kişand ser hemleyên PDK'ê yên girtina rojnamevan, çalakvan û endamên partiyên siyasî û got: "Xuya ye hemleyên girtinê li ser daxwaza Tirkiyê pêk tê."

​​​​​​​Narîman Ehmed: Gelo girtina endamên Tevgera Azadî bi daxwaza Tirkiyê ye?
8 îlon, 2020   00:21
NAVENAD NÛÇEYAN –ŞERVÎN MISTEFA

Li Başûrê Kurdistanê, aloziya aborî, gendeliya di rêveberiyê de, binpêkirinên mafên azadiya derbirînê didomin.

Şopdarên rewşa siyasî dibêjin ku siyaseta ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li djiî saziyên sivîl, tevger û partiyên demokratîk dimeşîne mîna siyasetên AKP'ê ya li Tirkiyê, Baas a li Sûriyê û Iraq û rejîma Melalî ya Îranê ye.

Ji Hezîrana borî ve, piştî ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Parastinê yên Medyayê dan destpêkirin, desthilata PDK'ê dest bi hemleyên serdegirtina buroyên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê kir, buro girtin û endamên wê destgîr kirin.

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, tevgereke fermî li Iraqê ye, di 4'ê Kanûna 2017'an de ruxset wergirt. Lê PDK wê tevgerê wekî xeteriyekê li ser xwe dibîne, lew re bi hemû rêbazan li dijî wê tevdigere.

Desteya Serokatîya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Narîman Ehmed, rewşa li Başûrê Kurdistanê, aloziya li wir û sedemên wê, her wiha tevkariya hin aliyên kurdî bi dagirkeriya Tirk re, ji ANHA'yê nirxand.

'SERWERIYA YEK PARTÎTÎYÊ ALOZÎ KÛR KIR'

Narîman Ehmed bal kişand ser aloziya li Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir "Aloziya li başûrê Kurdistanê encamên siyasetên domdar ên ji dema serxwebûna hikumeta Başûrê Kurdistanê ji hikumeta navendî ya Bexdayê sala 1991'an de ye. Ji ber ku partî serwer in, Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekitiya Niştimanî Kurdistanê jî tenê ji bo pêkanîna berjewendiyên teng ên partîyên xwe dixebitin."

Narîman Ehmed diyar kir ku serweriya yek partîtiyê li ser desthiltdariyê sedema sereke ya kûrkirina aloziyê ye. Ev partî li pey berjewendiyên xwe yên şexsî ketine û daxwazên gel ji bîr kirine.

Narîman, destnîşan kir ku sedemên alozî û krîza li Başûr di aliyê siyasî, aborî û civakî, siyaseta binkeftî ya partiya serwer e ku bûye sedema gendeliya li rêveberiyên saziyan.

Narîman di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku hin partiyên dûrî pirsgirêka kurdî ketine têkiliyên wan bi îstîxbaratên dewletên herêmî û yên derve re li ser bingeha dijberiya gelê Kurd in. Ev berjewendiyên van aliyan ne tenê li pêşiya civakê dibin asteng, di heman demê de li pêşiya pêkanîna yekitiya netewî jî dibe asteng û girifteke mezin.

'PARTIYÊN MUXALEFETÊ LAWAZ IN'

Narîman îşaret bi rola partiyên muxalefetê yên li Başûrê Kurdistanê kir û got: "Gelek partî û hêz li Başûr hene, lê nikarin tu guhertinên radîkal pêk bînin, ji ber ku bûne amûrek girêdayî desthilata serwer, ev yek gihaşte wê astê heta ku ev partî dest ji helwesta xwe berdin.''

Narîman ji ber helwesta hin partî û tevgerên kurdî yên Başûrê Kurdistanê mixabiniya xwe anî ser zar û ziman û weha domand: "Lawazbûna partiyan rê li pêşiya Partiya Demokrat a Kurdistanê vekir ku baregehên hemû partiyan û çalakiyên wan bişopîne û ew li ser desthilatê bimîne."

Narîman diyar kir ku ji bilî tevgera wan –Tevgera Azadî ew tu muxalefet an hevbendiyeke rasteqîn nabîne û da zanîn ku Tevgera Azadî helwesta xwe ya muxalif parast û neket bin bandora desthilata Başûr, ji ber vê her tim bû hedefa desthilatê.

GIRTINA ENDAM Û BUROYAN

Asayîşa PDK'ê ji Tebaxa borî de li herêmên Hewlêr û Badînan, operasyoneke girtina endamên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê daye destpêkirin. Endamê Desteya Serokatîya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Narîman Ehmed, bi bîr xist ku desthilata başûrê Kurdistanê hemû baregehên Tevgera Azadî girtin, zextên mezin li ser endamên tevgerê dimeşîne, zext û girtina endaman hîna berdewam in.

Her wiha destnîşan kir ku desthilata Başûrê Kurdistanê hemû kesên ku beşdarî xwepêşandan û serhildanên li Hewlêr û Badînan ên li dijî desthilatê dibin, digirin. Narîman got :"Hêviya gelê Başûr nîne ku partiya serdest guhertinê çêbike an jî pirsgirêkan çareser bike. Berovajî partiya serwer, li cem Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê proje û planên wê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî hene. Lê partiya serwer tecrîdê li ser tevgerê ferz dike û xebatên wê asteng dike."

Narîman got, êriş û binpêkirinên desthilatê yên li dijî endamên tevgerê, çalakvan, rojnamevan û sivîl, lawazbûna desthilatê û binkeftina wê ya di rêveberiyê de îsbat dike.

'PDK, ŞERÊ DIJBERÊN TIRKIYÊ DIKE'

Narîman Ehmed bal kişand ku Tirkiye li pey dijberî û binpêkirinên PDK'ê yên li dijî Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanî ye.

Her wiha diyar kir ku helwesta PDK'ê ya ji bo yekitiya netewî ya kurdî diyar e û weha got: “Dema dewleta Tirk a dagirker êrîş anîn ser Rojava, hema bêje desthilata Başûrê Kurdistanê bi rêya ragihandina xwe destek da dagirkeriyê."

Narîman da zanîn ku PDK'ê bi rêya girtina deriyên xwe yên sînor li pêşiya herêmê di ferzkirina ambargoya li ser Rojava de girtiye.

Têkildarî êrişên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê, Narîman got: "Ji bilî desteka îstîxbaratê ya ku Partiya Demokrat a Kurdistanê dide Tirkiyê, bi rêya ragihandina xwe jî êrişên wê yên li ser Başûrê Kurdistanê rewa dike, û bi wê helwesta xwe Partiya Karkerên Kurdistanê dike hedef. Gelo ma Partiya Karkerên Kurdistanê li Lîbya, Sûriya û Qibrisê heye? Na Partiya Karkerên Kurdistanê li wir nîne, wê demê çima Tirkiye êrişî me dike?"

SERDANA BARZANÎ JI BO ENQEREYÊ

Narîman îşaret bi serdana Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Tirkiyê û hevdîtina wî bi Erdogan re kir û got, Barzanî li Bexdayê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin pê anîn, Fransa bi helwesta xwe ya li dijî tevgerên Tirkiyê yên li herêmê tê naskirin, ev hevdîtin li xweşiya Erdogan nehat, ji ber vê bangî Nêçîrvan kir.

Narîman got, dibe ku serdana Nêçîrvan ji bo Enqereyê ji bo danîna plan û rêbazên nû ji bo şerê li dijî hêzên Tevgera Kurdistanê be, nemaze piştî ku êrişên leşkerî yên Tirkiyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê têk çûn.

Narîman Ehmed bal kişand ser bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrişên Tirkiyê yên ser Başûr û got, ji ber têkilî di navbera Tirkiyê û hikumeta Başûrê de hene, wê hikumeta behsa mijarê bêdeng be, dîsa jî êrişan rewa dike û dibêje ku Partiya Karkerên Kurdistanê eleqedar dike.

HELWESTA GELÊ BAŞÛR

Narîman Ehmed got, nebûna helwesteke diyar a partiyên kurdî yên Başûr li hemberî êrişên li ser herêmê cihê mixabiniyê ye û destnîşan kir ku piraniya partiyan ketine bin bandora PDK'ê.

Narîman her wiha diyar kir ku helwesta parlamentoya Başûr û bandora wê lawaz e, nikare der barê daxwazên gel û çarenûsa wê de biryarên nû bigire û axaftina xwe wiha domand: "Helwesta gel tam cuda ye, gelê li qad û kolanan rabûna serhildanan, nerazîbûn nîşanî êriş û siyasetên dijberî doza kurdî didin. Lê serhildan ji ber kiryarên hêzên ewlehiya PDK'ê sînordar e."

'JI PARTIYÊN MUXALIF YEKITÎ TÊ XWESTIN'

Narîman Ehmed partiyên mulxalefetê yên Başûr rexne kir ji ber ku hevbendî û yekitiya xwe pêk neanîne û nekarîne desthilateka yekdestî veguherînin rêveberiyeke demokratîk.

Endamê Desteya Serokatî ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Narîman Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li partiyên Kurdî yên li Başûrê Kurdistanê kir ku bi awayekî çalaktir bixebitin ji bo ku çareseriyê ji rewşa heyî re bibînin û guhertineke bingehîn di qada civakî û aborî de pêk bînin.

Di destpêka meha Tebaxa borî de, desthilata PDK'ê endamê Tevgera Azadî Tehsîn Hisên, Endama Rêxistina Jinan a Kurdistanê RJAK'ê Semîra Mihemed Emîn û kurê wê Helo Samî, çalakvan Buhar û Endamê Tevgerê Dr, Nacî Nacî û bi dehan mamoste û rojnamevan girtin.

ANHA