Dewleta Tirk çalakvaneke îranî binçav kir

Rêxistineke hiqûqî ya Îranê eşkere kir ku dewleta Tirk çalakvaneke mafên jinan a iranî binçav kir û plan dike ku wê radestî Îranê bike.

Dewleta Tirk çalakvaneke îranî binçav kir
8 îlon, 2020   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Meryem Şerîetmedarî ya 32 salî ku ji ber rola wê ya di birêxistinkirina xwepêşandaneke li dijî sergirtina neçarî di 2018`an de li Tehranê hatibû girtin, piştî ku hat berdan, reviya Tirkiyê.

Meryemê got ew bê sedem hatiye girtin û tê payîn ku di demeke nêz de wê radestî Îranê bikin.