Li Bexdayê, mayînek bi kerwanekî lojîstîkê ya koalîsyonê ve teqiya

Hate ragihandin dema ku kerwanekî alîkariyên lojîstîkê yê Koalîsyona Navneteweyî di ser rêya Tacî re derbas bû mayînek pê ve teqiya.

Li Bexdayê, mayînek bi kerwanekî lojîstîkê ya koalîsyonê ve teqiya
7 îlon, 2020   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ku malpera Alsumaria News parve kiriye, vê êvarê, mayînek bi kerwanekî alîkariyên lojîstîkê yê Koalîsyona Navneteweyî ve teqiyaye. Teqîn, dema ku karwan di ser rêya Tacî re derbas dibû pêk hatiye. Hate zanîn, ji ber teqînê tu tiştek bi tu kesî nehatiye.

Her weha hêzên ewlekariyê cihê bûyerê dorpêç kir û lêpirsîn da destpêkirin.