Rûspiyê eşîra El-Mehasin: Qonax nazik e, divê em hişyar bin

Rûspiyê eşîra El-Mehasin a qebîleya El-Cibûr Silêman El-Derwîş tekez kir ku qonaxa heyî li herêmên Dêrazorê nazik û xeternak e ji ber ku hin dewletên herêmî û hikumeta Sûriyê bi rêya belavkirina şaneyan di nava gel de hewl didin fitneyê di navbera hêzên leşkerî û eşîran de derxînin û aramî û îstiqrara herêmê têk bibin.

Rûspiyê eşîra El-Mehasin: Qonax nazik e, divê em hişyar bin
8 îlon, 2020   01:16
HESEKÊ- BASIM EL-DEXÎL

Di demên dawîn de şaneyên ku ji bo berjewendiyên Tirkiyê û çeteyên wê û hikumeta Sûriyê û çeteyên DAIŞ`ê kar dikin, bi rêya hedefgirtina şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê hewl dan ku fitneyê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û eşîrên herêmê de derxînin.

Rûspî û berdevkê fermî yê eşîra El-Mehasin Silêman El-Derwîş mijar nixand û got: "Tirkiyê û şaneyên girêdayî wê, di şerê xwe yê li dijî QSD`ê ku nûnertiya gel û pêkhateyên herêmê dike, bi bin ket. Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê li Baxozê, Tirkiyê hewl da ji nû ve şaneyên girêdayî xwe ava bike da ku aramî û ewlehiya herêmê têk bide. Her wiha şaneyên girêdayî hikumeta Sûriyê jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dan şêniyan li dijî QSD`ê sor bikin û fitneyê di navbera pêkhateyan de derxînin."

El-Derwîş wiha domand: "Aramiya li herêmê li xweşiya wan sîsteman nehat, ji ber wê hewl da bi şerê taybet û hedefgirtina ciwanan di radeya yekemîn de ji nû ve şer derxînin. Lê belê gel li hemberî wan hewldanan hişyar bû û planên wan şikandin."

El-Derwîş bang li şêniyên Dêrazorê û bi taybetî li şêx û êlên herêmê kir ku bi pey wan planên hundirîn û derve nekevin.

El-Derwîş destnîşan kir ku ew û hêzên QSD`ê hevkar in û got: “Rêjeya mezin ji şervanên QSD`ê ciwanên eşîran in ku wan ji bo serkeftina li dijî terorê bi hezaran şehîd dan."

Hêjayî gotinê ye ku beriya 6 mehan Silêman El-Derwîş di mala xwe de rastî hewldaneke kuştinê li ser destê şaneyan hatibû. El-Derwîş hewl da parastina xwe bike û bi gelek guleyan birîndar bûbû, her wiha kurê wî yê 20 salî di wê êrişê de hate kuştin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/W8kFBYEy21E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>