Ji bo dabînkirina nanê gundan li Şedadê firin hate vekirin

Komîteya Aborî ya Şedadê li bajarok firineke nan vekir da ku pêdiviya nan a gundên rojhilatê bajarok dabîn bike.

Ji bo dabînkirina nanê gundan li Şedadê firin hate vekirin
Ji bo dabînkirina nanê gundan li Şedadê firin hate vekirin
Ji bo dabînkirina nanê gundan li Şedadê firin hate vekirin
Ji bo dabînkirina nanê gundan li Şedadê firin hate vekirin
Ji bo dabînkirina nanê gundan li Şedadê firin hate vekirin
7 îlon, 2020   12:48
HESEKÊ

Li gundên Şedadê şêniyan gazina kêmbûna nan dikir û firina navçeyê jî nekarî pêwîstiyên navenda navçeyê û gundewarên wê bi cih bîne. Meclisa Rêveber û Desteya Aborî biryar da ku 3 firin li gundewarên navçeyê werin vekirin û pêwîstiyên şêniyan ên nan dabîn bibin.

Dihat payîn ku firinek li gundê Herîriyê were vekirin, lê paşê li Bajarokê 47 ê rojhilatê Şedadê hate vekirin.

Berdevkê Komîteya Aborî ya Meclisa Navçeya Şedadê Fehed El-Xidêr da zanîn ku 5`ê vê mehê Firina 47 dest bi kar kir û dê nan li xeta rojhilat jî were belavkirin.

Fehed El-Xidêr destnîşan kir ku rojane 2 hezar û 175 torbe nan derdixe, giraniya her torbakî 2 hezar û 200 g, di her torbekî de 14 nan hene û 5 ton ard ji vê firinê re hatiye veqetandin.

Fehed El-Xidêr got vekirina vê firinê barê firinên li Şedadê sivik kir û niha bi şeklekî birêxistinkirî nan li komînên navçeyê belav dikin. El-Xidêr di dawiyê got: "Dê di rojên pêş de li bajarokên Ebdan û Hedadiyê 2 firinên din werin vekirin û pêwîstiya wan dabîn bikin."

(eh)

ANHA