Asayîşa PDK’ê 2 mamoste girtin

Li bajarokê Akrê ya ser bi Amêdiyê ve 2 mamoste bi hinceta li ser hesabên xwe yên medyaya civakî desthilat rexne kirine, hatin binçavkirin.

Asayîşa PDK’ê 2 mamoste girtin
7 îlon, 2020   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûna xelkê Herêma Behdînanê ya li hemberî sîstema desthilatdariyê dewam dike. Li hemberî vê jî PDK’ê pêngaveke girtin û destgîrkirinê daye destpêkirin.

Duh li Akrê 2 mamoste, bi hêceta ji ber ku di malperên xwe yên medya civakî de, desthilatê rexne kirine, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin.

Nûnerê Sentera Metro ya li Dihokê Eyhan Seîd li ser vê mijarê ji Rojnews re axivî. Eyhan got ku duh li bajarokê Akrê dû mamosteyên bi navê Silêman Kemal û Silêman Musa Zanyarî, li ser parvekirinên xwe yên li ser facebokê, bi hêceta desthilatê rexne kirine, ji aliyê asayîşê ve hatin binçavkirin.

Eyhan Seîd da zanîn ku mamoste Silêman Kemal bi xwe pêşmergeyekî kevn e.

Li gorî agahiyan mamoste Silêman Kemal li ser malpera xwe nivisandiye; “Eger Tirkiye hêzên xwe ji vir bikişîne, wê çi bi ser dostên wan de were”.

Li  gorî agahiyan her du mamoste jî ji Dihokê veguhastine asayîşa Hewlêrê.