Li Zagros û Bazîdê li dijî artêşa Tirk çalakiyên gerîla

HPG’ê daxuyand ku di çalakiya gerîla ya li dijî artêşa Tirk a li Zagrosê de çeperek û stargehek hatine rûxandin, her wiha li navçeya Bazîd a Agiriyê jî li dijî leşkerên Tirk çalakiyek pêk hatiye.

Li Zagros û Bazîdê li dijî artêşa Tirk çalakiyên gerîla
7 îlon, 2020   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Zagros û navçeya Bazîd a Agiriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 6’ê Îlonê di saet 12:30’î de li dijî artêşa TC’ê ya li Girê Çarçel a Herêma Zagrosê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiya ji nêz ve bi xurtî li çeper û sitargehên li gir hatin xistin de, çeperek û sitargehek li gel leşkerên têde hatin îmhakirin. Dîsa kamerayeke mobesa ya li gir bû ji aliyê hêzên me ve hatiye rûxandin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên dijmin ên hatine cezakirin û birîndarkirin, nehatine zelalkirin.

Artêşa TC a dagirker di çarçoveya operasyona bi yekîneyên veşartî li deverên Demîrkapi, Gilîdag û Çomkê yên navçeya Bazîd a Agiriyê de ku dixwest berfireh bike, hêzên me 27’ê Tebaxê saet 06:00’an bi taktîka sabotajê ew kirin hedef. Di vê çalakiyê de ku dijmin li herêmê di nava tevgerê de bû ku bi îsabet hatiye hedefkirin, hejmara leşkerên Tirk ên hatine cezakirin û birîndaxr bûne nehate zelalkirin.

Artêşa TC’ê ya ji ber van çalakiyan derbên giran xwarin, li devera operasyonê yekîneyên veşartî li qadê hiştin û di saetên şevê de jî ji qadê vekişiyan.

5’ê Îlonê saet di navbera 23:40’î- 00:20’ê de helîkopterên artêşa Tirk a dagirker devera Kinyaniş a girêdayî herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ketober bombe kiriye.

Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”