Şandeya Rûsyayê bi Esed re civiya

Şandeya Rûsyayê ya bi serokatiya wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li Şamê bi Beşar Esed û rayedarên hikumeta Sûriyê re civiya.

Şandeya Rûsyayê bi Esed re civiya
7 îlon, 2020   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA da zanîn ku îro serokê hikumeta Sûriyê Beşar Esed şandeya Rûsyayê ya bi serokatiya Sergey Lavrov û cîgirê serokwezîr Yurî Borisov û gelek dîplomatên Rûs pêşwaz kir.

Rûsya Today jî diyar kir ku Esed spasiya Rûsyayê ji ber piştgiriya hikumeta Sûriyê di şerê li dijî terorê û pêşkêşkirina piştevaniya siyasî de kir.

Dê Lavrov, Borisov û wezîrê karên derve yê hikumeta Sûriyê Welîd Muellim civîneke çapemeniyê saet di 16:00’an de li dar bixin.

(fr)