ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-09-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-09-2020`AN
31 tebax, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Saziyên Civaka Sivîl ên kantona Şehbayê derbarê Roja Aştiya Cîhanê daxuyaniyekê li kampa Serdemê didin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Mihemed Seîd Mihemed (Diyar Efrîn) û Mihemed Mihemed ( Çiya Efrîn) li goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê oxir dikin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyên 3 şehîdên QSD'ê li goristana Şehîdan a navçeya Şedadê tên veşartin. Saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Salih Muslim diyar kir ku dewletan ji bo parastina cîhanê tiştek nekiriye, 1’ê îlonê tenê sembolîk e ku heya niha aştî pêk nehatiye, yê ku aştiyê çêke paradigmaya rêber Abdullah Ocalan e.

- Hiqûqnasên herêma Efrînê piştrast kirin ku dewleta Tirk pîvanên qanûnî yên ji bo mafê girtiyan binpê dike. Da ku sûcên xwe veşêre, kesên li dijî siyaseta xwe bi tewanên ne rast tewanbar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çapxaneya Şehîd Herekol armanca xwe pêk anî û materyalên sala xwendinê ya nû ji tevahiya astan re çap kir. Bi taybet asta amadehî ya ku tê payîn bi her du beşên xwe bi du zimanên Kurdî û Erebî were fêrkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rêvebirên Meclîsa Gel a Kasratê ya başûrê gundewarê Reqayê gotin: "Serkeftina tecrûbeya Rêveberiya Xweser pira tekane ku dê Sûriyê ber bi nenavendîbûnê ve bibe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Kamûran Berwarî destnîşan kir ku dewleta Tirk li ser sînorê Başûrê Kurdistanê çeteyan bi cih dike û got: “Berdewama êrişên li ser Başûrê Kurdistanê dê pêşerojeke tarî ji hikumeta Başûrê Kurdistan û dewleta Tirk a dagirker re bîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hikumeta Başûrê Kurdistanê binçavkirina çalakvan û rojnamevanan berdewam dike û nahêle ku hevdîtinê bi parêzerên xwe re pêk bînin. Navenda Mêtro ya parastina mafên rojnamevanan ku navenda wê li Dihokê ye, eşekere kir ku li Başûrê Kurdistanê azadî bi rêjeyeke mezin hatiye sînordarkirin. Dibe ku kesek ji ber belavokekê li ser malperên tevna civakî, bê binçavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Tirbespiyê, gotin: "Berxwedana Heftenînê ji bo kurdistaniyan berxwedana rûmetê ye, divê gelê Kurd li her derê piştgiriya vê berxwedanê bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma wiha got: "Mafên mirovan û bi taybetî mafên jinan û azadiyên giştî li Tirkiyê tên binpêkirin. Salane gelek jin tên tecawizkirin û kuştin. Ev kiryar di bin navê şeref û tundiya malbatî de pêk tên û hesab ji sûcdaran nayê xwestin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-40 wênesazên ji Efrînê ku niha li Şehbayê dijîn,  li ser kaxizek spî fikrên xwe û rastiya bûyerên ku di 58 rojên berxwedana li Efrînê de jiyîne, jiyana zehmet a li Şehbayê didomînin, rave kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên PYD'ê yên navçeya Tirbespiyê, di çarçoveya pêngava "Em ê teqez bi serkevin" de, daxuyaniyekê ji bo şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk û silavkirina berxwedana Heftenînê li gundê Dugur didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Dewleta Tirk a dagirker pîvan û rêgezên navnetewî bin pê dike û çavkaniyên ava vexwarinê wekî amûreke şantajê ji bo pêkanîna siyasetên xwe yên dagirkeriyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê wê, bi kar tîne. Rêveberiya Xweser û şêniyên herêmê li hemberî van planên dagirkeriyê hevgirtî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA